Komalên Ciwan ji bo Nisêbînê banga çalakiyan kir
Koordînasyona Komalên Ciwan, banga li gel kir ku xwedî li berxwedana Nisêbînê derkeve û dakeve kolanan.
Koordînasyona Komalên Ciwan, banga li gel kir ku xwedî li berxwedana Nisêbînê derkeve û dakeve kolanan.
Koordînasyona Komalên Ciwan, banga li gel kir ku xwedî li berxwedana Nisêbînê derkeve û dakeve kolanan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo zêdeyî 40 sal in tê meşandin, dş pêvajoyeke girîng û dîrokî re derbas dibe. Ev têkoşîna bi lehengiyên mezin hat meşandin, ji her demê bêhtir nêzî serketinê bûye. Bi îlanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê re xeyalên azadiyê yên gelê me ku bi sedan salan hesreta wê ye û di vê oxirê de têkoşîneke bêeman dimeşîne, pêk tên. Ev berxwedana azadiyê, ku li dijî her şêwe êrîşên rejîma faşîst û mêtînger bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê yên leheng bûye destan, ji niha ve bûye stêrkeke dibiriqîne û balê dikişîne ser xwe. Berxwedana gelê me ya li Farqîn, Cizîr, Gever, Silopiya, herî dawî li Nisêbîn û li gelek deverên Kurdistanê îspat kiriye, ku ev yek garantiya bidestxistina azadiyê ye."
'BERXWEDANÊ NÎŞAN DA KU DIJMIN QELS E'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta TC a mêtînger û serokkomarê wê yê faşîst, li pêşberî têkoşîna me ya gihaştiye merheleya serketinê, êrîşên xwe zêde kirine, her şêwe rêbazên li derveyî exlaqê xistine meriyetê" û ev xal hat destnîşankirin:
"Polîsên AKP'ê yên ku niha li her cihê Kurdistanê êrîşî vîna xwerêveberiyê ya gelê me dikin, ti ferqa wan ji çeteyên DAIŞ'ê nîne. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Kobanê êrîşî gelê me kirin, niha bi navê polîsê TC li Bakurê Kurdistanê êrîşî gelê me dikin. Êdî zelal bûye ku AKP DAIŞ e, DAIŞ jî AKP ye. Ev şebekeya faşîst a xwînmêj, çawa ku li pêşberî berxwedana ciwanên Kurd ên Apoyî li Kobanê têk çûye, wê li Bakurê Kurdistanê jî bi xwarina darbeyan têk biçe. Têkçûna ku piştî berxwedana Farqînê ya 12 rojan bi serê wan de hat, îspat kir ku êrîşên çeteyên AKP'ê yên faşîst di kîjan astê de bên kirin jî mecbûrî têkçûnê ne. Bi vê wesîleyê em gelê xwe yê Farqînê û ciwanên Kurd ên leheng ku bi qehremanî li wir li ber xwe didin, silav dikin. Wan li ber xwe dan û qezenc kirin. Ji hemû ciwanên Kurdistanê re îspat kirin ku serketin bi berxwedanê dibe. careke din nîşan dan ku dijmin çiqasî qels e û wê ji sedî sed bê têkbirin. Ji ber vê yekê em berxwedan û serketina wan pîroz dikin."
'EM BANG LI TEVAHIYA GELÊ XWE DIKIN; DAKEVIN KOLANAN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP li pêşberî berxwedana gel ketiye rewşa 'reben' û hat gotin, "Li Colemêrgê û herî dawî li Nisêbînê qedexeya derketina derve îlan kir û hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna komkujiyan didomîne. Bi rojane gelê me yê Nisêbînê hatiye dorpêçkirin û li ber xwe dide. Êdî dem hatiye ku dewleta mêtînger bi temamî li Kurdistanê were têkbirin. Ciwanên Kurd dizanin ku di van rojên dîrokî de pêwîstiyeke gelekî girîng bi berxwedaneke topyekûn heye. Ciwanên Kurd xwedî wê berpirsyariya civakî û biryardariya têkoşînê ne, ku hemû fikar û gumanên biçûk deynin aliyekî û gelê me biparêze, di asta herî bilind de jî tevlî xebatên vakirina sîstema me bibe. Dem hatiye ku li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Rûsya û li her dera lê dimîne, ciwanên Kurd çi karker çi bêkar, xwendekar hemû rabin serhildanê û bikevin nava pozîsyona berxwedaneke topyekûn. Divê her der êdî bibe qada berxwedan û şer. Pêwîste derfet û îmkan ji polîsên çeteyên AKP'ê, hemû sazî û kesên noker ên li Kurdistanê re neyê dayîn, ku derkevin derve. Ti rewabûna van li welatê me nemaye. Qedexeya derketina derve, ne ji aliyê dewleta mêtînger a sûcdar, wê ji aliyê gelê me ve were destnîşankirin. Bi vê wesîleyê, li hemberî van qaşo qedexeyên derketina derve ku derbasdar nîne, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku dakevin kolanan, li her derê bexwedanê mezin bikin û her dera Kurdistanê bikin Nisêbîn. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedana Nisêbînê derkeve."
Koordînasyona Komalên Ciwan di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Em soz û biryardariya xwe careke din destnîşan dikin ku em ê bîranîna gelê xwe yê sivîl û hevrêyên xwe yên şehîd ketine bi azadiya Rêber Apo re bigihînin serketinê. Em bang li tevahiya ciwanên welatparêz, şoreşger, demokrat, sosyalîst û hemû ciwanên li dijî vê sîstema faşîst a mêtînger in dikin ku tevlî refên gerîla bibin û li her cihê lê ne jî li hemberî zilmê têkoşînê xurt bikin."