BI DÎMEN

Li Cizîrê jiyan heye!

Li Cizîrê, ku yek ji cihên xendek di destpêkê de lê hatin kolandin e, gel mîna roja destpêkê bi biryar e. Xendek hînê li şûna xwe ne û kes qala çûyînê nake. Şêniyên taxê bi xendekan re dijîn. Bi kurt û kurmancî: Li Cizîrê jiyan heye.

Li Cizîrê, ku yek ji cihên xendek di destpêkê de lê hatin kolandin e, gel mîna roja destpêkê bi biryar e. Xendek hînê li şûna xwe ne û kes qala çûyînê nake. Şêniyên taxê bi xendekan re dijîn. Bi kurt û kurmancî: Li Cizîrê jiyan heye.

Yek ji bajarên Kurdan ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê Qesrê li dijî wê dest bi seferê kir, navçeya Şirnex Cizîr e. Gelê Cizîrê ku bi berxwedana xwe navdar e, teslîmî pêkanînên rewşa awarte yên di bin navê 'qedexeya derketina derve' de hat meşandin, nebû.

Me ev rewş, di dema gera bi heyeta Bloka Aştiye ya ji Stenbolê hat Cizîrê de careke din dît.

Rawestgeha me ya destpêkê taxa Yafes bû. Hevserokê Meclîsa Gel Asya Yuksel û Mehmet Tûnç bi me re geriyan. Der heqê herdu hevserokan de biryara girtinê heye. Lê belê gelekî rehet in. Ji bo pirsa "Hûn çawa ewçend dilrehet in?" Tûnç got, "Cizîr di bin kontrola me de ye." Yuksel jî bersiva "Em li qadên azad bi dilrehetî digerin" da.

Yek ji wan qadên azad jî taxa Yafes e. Li vê taxa ku berî çend rojan sefera Qesrê lê hat kirin, şopên şer bi zelalî tê dîtin. Xaniyan zerareke mezin dîtine. Dîwar hilweşiyane, cam şikestine. Fîşek, bombe xwe gihandine heta nava odeyan. Li erdê parçeyên bombeyan û qalikên fîşekan hene.

Lê belê tevî vê bandora wêrankirinê ya şer jî ya ku li taxê herî zêde balê dikişîne, xweparastin e. Ketin û derketina taxê bi temamî bi xendek û kîsên ji xîzê hatiye girtin. Ji ber vê yekê hêzên taybet en Qesrê li girên derdorê û li pêşiya nexweşxaneyê bi cih bûn û êrîş kirin. Şêniyên taxê, yek bi yek cihên ku leşker û polîsan jê êrîş kirin, nîşan dan.

'EGER XENDEK NEBÛNA, DIBE KU EM HEMÛ BIHATINA GIRTIN'

Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel armanca xendekan vedibêje: "Xendek şêweyê xweparastinê yê gel e. Eger ev xendek nebûna, bi sedan ciwan wê ji aliyê dewletê ve bihatina girtin. Ji dema me xwerêveberî ragihand û vir ve ewçend êrîş hatin kirin. Eger xendek nebûna, wê em hemû bigirtina."

Xendek di rewşeke bi çi rengî de wê rabin?

Bersiva Yuksel zelal e: "Eger dewlet demokratîk bibe, mafê jiyaan bi vîn û nasnameya xwe ya gelan nas bike û xwerêveberiyê qebûl bike, wê ev xendek jî rabin."

Xendek û kîsên ji xîzê bûne parçeyek ji jiyana rojane. Mirov li vê derê ji ber bendan derbas dibin, zarok li ber wan dilîzin.

'EM LI VIR IN, BI TI CIHÎ VE NAÇIN'

Li taxê jiyan dewam dike. Dikan vekirî ne. Lê belê camên wan şikestî ne. Jin, mêr, zarok li kolanan an jî li malan e. Her kesên derketine ber derî dixwazin hovîtiya li wan hatiye kirin vebêjin. Her axaftin bi gotina 'Em li vir in, bi ti cihî ve naçin' diqede.

Ji bo pirsa "Hûn çima rastî êrîşê tên?" bersiv zelal e: "Ji ber ku em Kurd in û dewlet me nas nake."

Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tûnç diyar kir ku bi êrîşan re hatiye xwestin Cizîr bê mirov bê hiştin û got, "Di êrîşa dawî de tank hatin bikaranîn. Lê belê gelê Cizîrê berê rojên bi zehmettir derbas kir, Lewma haya xwe ji rastiyê heye."

Rawestgeha duyemîn jî taxa Nûrê ye. Li vê taxê jî rewş bi heman rengî ye. Tevî bendên hatine danîn, paçên ku li nava kolanan hatine kişandin jî balê dikişînin. Ji Kobanê em hîn bûn ku van paçan jiyana mirovan rizgar kirin.

LI CIZÎRÊ JIYAN HEYE

Êrîşan rê li ber koçberiyê vekirin?

Hevserok Yuksel diyar kir ku mirovên ji ber êrîşê xaniyên wan bi rîskê re rû bi rû ne, çûn taxeke din û got, "Lê belê koçberiyeke welê mezin rû neda. Yên çûn jî, ji ber xaniyên wan bi temamî hilweşiyan e."

Di nava rojê de em li her du taxan geriyan û dîmenên me dît, gotinên Yuksel piştrast dikir. Tevî dorpêçî û êrîşan jî li taxan jiyan zindî ye. Li Cizîrê jiyan heye.

'DEMA DEWLETÊ XWEST JI MIROVAN XALÎ BIKE, ME XWE BI RÊXISTIN KIR'

Meclîsa Gel, li taxan rêxistinbûyîn pêk aniye?

Asya Yuksel bersiva vê pirsê da û modela birêxistinkirinê vegot: "Li hemû taxan komun tên avakirin. Bi giranî hatin avakirin. Bi van komkunan re meclîsên taxan derdikevin holê. Bi vî rengî gel wê hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Dewletê xwest taxan vala bike û bêmirov bihêle. Lê me berevajî vê hewldanê, dest bi rêxistinbûyînê kirin û ev yek bi giranî bi ser xist.

Li gorî vegotinên Asya Yuksel bi meclîsên taxê ve girêdayî Komîsyonên Edaleta Civakî hatine avakirin. Armanc avakirina Dîwana Edaletê ya Civakî ye.

Yuksel dema modela dixwazin ava bike vedibêje vê yekê destnîşan dike: "Em dewletê red nakin, lê belê modela ku dewlet li ser me ferz dike, qebûl nakin. Tevî vê modelê em sîstema bi serdestiya mêr red dikin."

'EM LI VÊ DERÊ FÎLM NAKIŞÎNIN, XWEPARASTINÊ DIKIN'

Li Cizîrê rawestgeha dawî taxa Cûdî ye. Li pêşiya taxê, ciwan me pêşwazî dikin. Ji ber ewlekariyê naxwazin em wêneyên wan bikişînin.

Yek ji ciwanên ku taxê diparêzin Firat bersivê dide pirsên me: Ji bo pirsa "Hûn li vê taxê çi dikin?" vê bersivê dide: "Em li vê derê fîlm nakişînin. Em xweparastinê dikin." Firat destnîşan dike ku hêza li dijî êrîşan li ber xwe dide 'gel' e û dibêje: "Li vir rêxistin nîne. Bi tenê gel heye. Em jî ciwanên vê taxê ne. Em taxa xwe diparêzin. Ev şerekî gel e. Li vê derê êrîşek nîne. Xweparastin heye. Em êrîşî wan nakin. Ew êrîşî me dikin. Em jî taxa xwe diparêzin."

Firat li dora agir ji me re diaxive û car carna ji bêtêlê deng tê. Jê dipirsim, "Polîs, leşker li bêtêla we guhdarî nakin?", bersivê dide; "Belê guhdarî dikin". Dibêjim "Wê çaxê dikarin nuqteya hûn lê ne tespît bikin". Yek ji ciwanan bersivê dide; "Ji wan tê bila werin."

Firat axaftina xwe dewam dike û ji bo polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî gelan pênaseya 'faşîzma kesk' bi kar tîne. Firat diyar dike ku şertê afirandina civakeke azad, bêdewletî ye û got, "Li cihê dewlet lê heye, azadî û edalet nîne. Ji ber ku dewlet serdestî ye û ji xwe re li koleyan digere. Lê belê konfederalîzma demokratîk civakîbûn e, azadî ye."

Jê re dibêjim, "Qedexeya derketina derve nîne, lê hûn hînê li ber xendekan e, li ber bendan e", Firat vê bersivê dide; "Ev rewş wê bi vî rengî dewam bike, heta her bihosta Kurdistanê azad bû wê bi vî rengî dewam bike."

Peyama dawî ya ciwanan ji rojavayê welêt, ji gelên Tirkiyeyê re ye: "Li vê derê terorîzm nîne, em ne terorîst in. Em ne mirovên nezan in. Şaristanî hemû ji xaka Mezopotamyayê derketin. Mezopotamya dergûşa şaristaniyê ye. Ji ber ku sîstema kapîtalîst me li dijî berjewendiyên xwe dibîne, me weke 'terorîst' pênase dike. Bila tevahiya cîhan vê baş bizanibe ku heta azadî were bidestxistin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

...