Wekîlên HDP'yî dest bi greva birçîbûnê kirin

Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê ji bo pêkanînên rewşa awarte yên li Nisêbînê û terora dewletê were rawestandin, li ser Rêya Îpekê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê ji bo pêkanînên rewşa awarte yên li Nisêbînê û terora dewletê were rawestandin, li ser Rêya Îpekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li navçeyê êrîşên polîsên tîmên taybet giran dibe lê gelê Nisêbînê jî bê navber di nav berxwedanê de ye.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina derve kete roja 7'an. Di nav van rojan de 3 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin gelek kes jî birîndar bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Gulseren Yildirim û Alî Atalan, li hemberî êrîş û dorpêça li ser Nisêbînê, li ser Rêya Îpekê dest bi greva birçîbûnê kirin û diyar kirin ku heya qedexe rabe wê çalakiya xwe berdewam bikin.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê derbarê çalakiyê de axivî û got "Heya qedexeya li ser Nisêbînê ranebe, wê çalakiya me berdewam bike." Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan jî heman helwest diyar kir û got ku heya dorpêç berdewam bike wê çalakî jî berdewam bike. Tê gotin ku wê parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar û Erol Dora jî piştî nîvro tevlî çalakiyê bibin.

LI NAVÇEYÊ ÊRÎŞ ZÊDE DIBIN

Li navendê jî êrîşên polîsên tîmên taybet, bi taybet li Taxa Abdulkadîrpaşa zêde bûn. Polîsan tax çar alî dorpêç kirin û ji bo bikevin nav taxê êrîşên xwe girantir kirin. Her wiha êrîşên li taxên Yenîşehîr, Firat û Dîcleyê jî berdewam dikin. Polîsên tîmên taybet ên li ser Caddeya Çaxçaxê ku van her çar taxan bi hev ve girêdide xwe bi cih kirine, bêserûber derdor gulebaran dike.

Hêzên dewletê li Taxa Devrîm jî êrîşên xwe berdewam dikin. Polîsên tîmên taybet ên li Qada Newrozê bi cih bûne, ji ber berxwedana gel nikarin bikevin taxê û ji wesayîtên zirxî nav taxê gulebaran dikin.

Li navçeyê balafirên keşfê difirin û her wiha Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê jî di bin dorpêça polîsan de ye.

AV, ELEKTRÎK Û ÎNTERNET TINE

Li hemberî hemû êrîşên giran jî gelê Nisêbînê taxên xwe terk nake û berxwedana xwe berdewam dike. Ji bo vîna gel a berxwedanê were şkandin, her çiqas av, elektrîk û înterneta navçeyê hatibe qutkirin jî, gel ji berxwedanê paş ve gav navêje.

Şaredarî, ji bo pêdiviya avê ya gel bibersivîne, avê digihîne taxan, welatî jî li hemberî êrîşan bi ruhekî kolektîf pêdiviyên xwe çareser dikin.