Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranîn

Aktîvîstên KJA'yê bi munasebeta 25'ê Mijdarê çûn ser gora gerîlaya HPG'ê Ekîn Wan (Kevser Elturk) a li Gimgima Mûşê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji hêla leşkeran ve hatibû teşhîrkirin.

Aktîvîstên KJA'yê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hemberî Şîdeta li dijî Jinan çûn ser gora gerîlaya HPG'ê Ekîn Wan (Kevser Elturk) a li Gimgima Mûşê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji hêla leşkeran ve hatibû teşhîrkirin û bi bîr anîn.

Hevbirên Kongreya Jinên Azad (KJA) yê Wanê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hemberî Şîdeta li dijî Jinan çû ser gora gerîlaya HPG'ê Ekîn Wan (Kevser Elturk) a li Gimgima Mûşê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji hêla leşkeran ve hatibû teşhîrkirin a ku li Şehîdgeha Yenîmahleyê ye. Jinên ku li ber avahiya Komeleya Gel a Azad li Taxa Yenîmahale ye kom bûn û heta şehîdgehê meşiyan. Di meşê de pankarta "Şîdeta mêr îdeolojîk e, parastina rewa maf e" hilgirtin, bi dirûşmên "Hevrê Ekîn nemir e", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" û tilîliyan heta şehîdgehê meşiyan.

Aktîvîstên KJA'yê qurnefîl danîn ser gora Ekîn Wan û ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin.

Hevseroka DBP'ê ya Îpekyoluyê Şengul Bozdemîr li ser gorê axivî û diyar kir ku 25'ê Mijdarê di civîna Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya di sala 1999'an de pêk hat wekî Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hemberî Şîdeta li dijî  Jinan hat îlankirin. Bozdemîr got ku Ekîn wan piştî ji hêla pergalê ve hat kuştin bi teşhîrkirina bedena wê rastiya ev pergalê careke din derket holê û wiha axivî: "Jinên di vê têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ji komkujî û îktîdara serdest a mêr re bûne bersiv."

Bozdemîr bilêv kir ku ew ê li Rojhilata Navîn a ku hişmendiya mêr lê serwer e jiyana demokratîk ava bikin û got ku wê jiyana ku jinan qebûl nake nas nekin. Bozdemîr bang li hemû jinan kir ku bi şîara "Şîdeta mêr îdeolojîk e, parastina rewa maf e" li hemberî cudakarî, newekheviya zayendîperestiya civakî, tundiya li nav malê, faşîzmê û nîjadperestiyê rêxistiniya xwe xurtir bikin.

Piştî bîranînê jin ji ser gora Ekîn Wan veqetiyan.