Artêşa Tirk dîsa êrîşî sînorê Kobanê kir
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Kobanê dewam dikin, duh bi şev jî êrîşî gundê Sibiqran ê dikeve rojhilatê Kobanê, kir.

Duh bi şev di seat 21.00’ê de carek din dewleta Tirk êrîşa xwe li ser çeperên YPG`ê dubare kir û vê carê mewziyên şervanan ên li gundê Sibiqran ku bi 35 kîlometre dikeve rojhilatê Kobanê û li ser sînor dikeve, kirin hedef. Artêşa Tirk di êrîşan de çekên giran ên weke doçka, bikar anîn.
Şervanê YPG’ê yê bi navê Egîd diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku çeperên wan ên li gundê Sibiqran dibe hedef guleyên artêşa Tirk û got ku her tevgerek wan di mewziyê de dibe hedefa artêşa Tirk.
Egîd destnîşan kir ku tevî dubarebûna êrîşan, fermandariya wan ew hişyar kirine ku ti bersivê nedin çavkaniya guleyan.
Şervanekî din ê YPG`ê Egîd Kobanê jî diyar kir ku bi şev dema ku ew bi motorsîklêt ji nuqteya xwe derketine rastî gulenbaranê hatin û piştre jî leşkerên Tirk çeperan wan hedef girtine.
Li beramberî çeperên şervanan, artêşa Tirk tankek bi cih kiriye û ji qereqola ku li rojavayê nuqteya şervanan dikeve, mewziyên şervanên YPG`ê hedef digire.
Hêjayî gotinê ye ku der barê van kiryarên dewleta Tirk de duh desteya parastinê ya Kantona Kobanê daxuyanî dabû û destnîşan kiribû ku ev kiryar binpêkirina tifaqa Aşmê ye.