Ji tîmên taybet peyama ‘Yeşîl’

Tîmên taybet ên li Amedê girtin ser Meclîsa Taxekê li ser dîwarê derve yê meclîsê weke berî niha li navçeya Sûrê hatibû dîtin, bi qesta Mehmût Yildirim ‘Yeşîl’ “Yeşîl li vir e” nivîsandin.

Polîsên tîmên taybet duh êvarî saet 22.00’an girtin ser Meclîsa Taxa Korhat a li Taxa Korhat a navçeya Rezan a Amedê. Di serdegirtinan de derî û pencereyên taxê hatin şikandin, hundir jî hat tevlihev kirin.

Lê polîsan bi vê jî qîma xwe neanîn, li ser dîwarê derve yê meclîsê weke berî niha li navçeya Sûrê hatibû dîtin, bi qesta Mehmût Yildirim ‘Yeşîl’ “Yeşîl li vir e” nivîsandin.

Hevserokê Meclîsa Taxê Omer Kaya diyar kir ku wek gel li hember serdegirtinên wiha yên salên 90’î netirsiyane, têkîldarî vê serdegirtinê de wiha bertek nîşan da: “Zilma me di 90’î de didît, em niha jî dibînin. Bi tehdîdan dixwazin çi bikin? Eger mirin be, jixwe dikujin. Em serdegirtinê şermezar dikin û li hember vê serdegirtinê, em ê xebatên xwe hê aktîftir bimeşînin.”