HPG-YBŞ ji bo ji nû ve avakirina Şengalê banga alîkariyê kirin

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û vegera gelê ji neçarî koç kiriye, banga alîkariyê kirin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan xuyakirin, ku piştî êrîşa hovane ya 3'ê Tebaxa 2014'an, ji bo parastina gel û ji nû ve avakirina Şengalê wan berxwedaneke mezin nîşan dane û gotin, "Bi hêzên Êzidî û hêzên pêşmerge yên destek dan vê berxwedana me re, gava destpêkê ya Operasyona Azadkirina Şengalê ya 13'ê Mijdarê bi awayekî serketî bi encam bûye. Em vê serketinê diyarî civaka xwe ya Êzidî û tevahiya gelê Kurd dikin. Azadkirina Şengalê di nava gelê me de rê li ber kêfxweşiyeke mezin vekir."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Gava duyemîn jî, piştî azadkirina Şengalê, ji nû ve avakirina Şengal û vegera gelê me yê koçber bûye. Lê belê li vê derê nêzîkatiyên gelekî biçûk, hêsan û li dijî vê armancê, tên nîşandan. Ji navenda bajêr eşya tên birin, tên talankirin, cihên baweriyan tên hilweşandin. Nêzîkatiyên bi vî rengî ne li baweriya Êzidiyatiyê, ne li welatparêziya Kurd tên. Em nêzîkatiyên bi vî rengî xeyrî însanî dibînin. Di nava kesên van nêzîkatiyên li dijî exlaqê nîşan didin de, hem mirovên sivîl hem jî mirovên bi kincên leşkerî hene. Weke HPG û YBŞ'ê em hewl didin pêşî li vê bigirin. Dema me hewl dan pêşî li vê bigirin, yekcaran ragehişeyeke cidî jî rû da. Di vî warî de em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku bi berpirsyarî rabin, destekê bidin xebatên ji nû ve avakirina Şengalê, teşwîq bikin ku gelê me yê koç kiriye, li xaka xwe ya pîroz vegere."