Bi postalan pê li cenazeyê gerîlaya jin kirin û wêne kişandin

Wêneyekî nû yê îşkenceya li cenazeyê gerîlayan nîşan dide derket holê. Di wêne de leşkerekî pê li serê gerîlayeke jin dike.

Wêneyekî nû yê îşkenceya li cenazeyê gerîlayan nîşan dide derket holê. Di wêne de leşkerekî pê li serê gerîlayeke jin dike.

Di demên dawî de, gelek wêneyên ku îşkenceyê li cenazeyên gerîla yan jî sivîlên ku hatine qetilkirin nîşan dide, derdikevin holê. Li navçeya Gimgim a Mûşê leşkeran îşkence li cenazeya gerîlaya HPG'ê Kevser Altur (Ekîn Wan) kiribû û laşê wê yê tazî jî teşhîr kiribûn. Dîsa li Şirnexê, ciwanê bi navê Hacî Bîrlîk piştî ku ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate înfazkirin, li paş wesayîta zirxî hatibû girêdan û cenazeyî wî bi metreyan bi erdê ve hatibû kaşkirin.

Herî dawî wêneyekî ne diyar e li ku û kengî hatiye kişandin û îşkenceya leşkerekî ya li cenazeyê gerîlayeke jin dike derket holê. Di wêne de leşker cenazeyê gerîlaya jin dixin nav torbeyê cenazeyan û piştre pê lî serê wê dikin û wêneyê bîranînê dikşînin. Di wêne de xuya dike ku çavên gerîlaya jin vekiriye û di laş û porê wê de xwîn heye.

Wêneyê ku postala bi xwîn a leşker nîşan dide, rastî bertekên cidî hat.