Şervanên YPG’e û YPJ’ê yên li Şengal û Holê şehîd ketin, bi merasîmeke tevlibûna hezaran kesî li Şehîdgeha Delîl Saroxan a Qamişloyê hatin oxirkirin.
ARAFAT DAYAN
QAMIŞLO / ANF
sêşem, 17 sermawezê 2015, 16:16
Şervanên YPG’e û YPJ’ê yên li Şengal û Holê şehîd ketin, bi merasîmeke tevlîbûna hezaran kesî li Şehîdgeha Delîl Saroxan a Qamişloyê hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’e û YPJ’ê yên li Şengal û Holê jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê konvoyeke hezaran kesî ve ji Mala Gel a Qamişlo hatin girtin û ber bi Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan birin.
Di merasîma leşkerî ya li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan, ji Komaleya Malbatên Şehîdan a Qamişlo Rêzan Gulo, Fermandara YPJ’ê ya Qamişlo, ji Yekîtiya Baweriyan a Kantona Cizîrê Mehemedî Qarzanî û xwişka Şehîd Egîd Zagros axivîn.
Ji rêveberên Komeleya Malbatên Şehîdan a Qamişlo Rêzan Gulo wiha bi gotina: “Em li Şengalê, Holê şehîdan didin, bi saya şehîdan korîdora Şengal û Rojava vebû. Bi saya YPG’e û YPJ’ê em li vir, li ser axa xwe bêhnê distînin. Bi saya van şehîdan serê me bilind e û em bi rûmet dijîn. Ev şehîdan şehîdên Rêber Apo ne. Hin kesan Şengal dan çeteyan, bûn sedem ku bi hezaran mirov ji axa xwe koçber bibin. Gelê Şengalê van baş nas dike. Gelê Şengalê van pêkanînan ji bîr nake, niha jî derketiye û dibêje ji derveyî me kesî li vir şer nekiriye. Ka ev şehîd ji ku derê hatin? Em îxanetê ji bîr nakin, ev şehîd vala vala nemirin ” bertek nîşanî Barzanî da anî ziman û axaftina xwe bi dawî kir. Piştre bi rêzê Fermandara YPJ’ê ya Qamişlo Evîndar Qamişlo, ji rêveberên Yekîtiya Baweriyan a Kantona Cizîrê Mehemed Qarzanî û xwişka Şehîd Egîd Zagros mafê axaftinê wergirtin.
Piştî axaftinan, li ser milên şervanên YPG’e û YPJ’ê şehîd hatin oxirkirin.
Gel piştî merasîmê bi armanca piştgiriyê bidin Nisêbînê ber bi sînor ve meşiya.