Avesta: Biryara mayîn nemayîna gerîla di destê gel de ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku divê serketina hêzên Kurd a li Şengalê rast bê xwendin encamên Pêwîst jê bên derxistin û got, "Ya ku hatiye rizgarkirin ne tenê Şengal e, rûmeta jinan, Kurdan û mirovahiyê ye."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku divê serketina hêzên Kurd a li Şengalê rast bê xwendin encamên Pêwîst jê bên derxistin û got, "Ya ku hatiye rizgarkirin ne tenê Şengal e, rûmeta jinan, Kurdan û mirovahiyê ye."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, operasyona azadkirina Şengalê, siyaseta PDK'ê ya li ser Şengalê, mijarên rojane yên li dora Şengalê tên nîqaşkirin, pêşeroja Şengalê û ji nû ve avakirina Şengalê ji ANF'ê re nirxand.

Avesta di destpêka axaftina xwe de azadiya Şengalê li tevahiya gelê Êzîdxanê, gelê Kurd, li jinan û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got, "Di şexsê Dilgeş, Berxwedan, Canfeda, Pîrdogan, Vînar, Armanc û Nevrezan de hemû lehengên di oxira azadkirina Şengalê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînim. Soza me da wan, soza ku Şengal a azad wê diyarî gelê Êzîdxanê û gelên Rojhilata Navîn bê kirin, îro bi cih hat anîn. Bila şehîdên me xweş razên. Ji bo bîranîna wan, wê herêm û hemû gel û civakên li herêmê heta dawiyê werin parastin. Berxwedan wê bênavber dewam bike."

Avesta dagirkirina Tebaxa 2014'an a Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bibîr xist û da zanîn, ku bi berxwedana gerîlayên HPG/YJA Star û şervanên azadiyê, pêşî li komkujiyeke mezintir hatiye girtin.

Avesta bal kişand ser bandora pêngavên li Rojavayê Kurdistanê li azadkirina Şengalê û got, "Sekna bi pêşengiya YPG/YPJ'ê hat nîşandan, li dû serketina Kobanê pêngavên li dû hev ên li Kantona Cizîrê û serketinên Til Berak, Til Hemîs û Girê Spî, Kantonên Kobanê û Cizîrê gihandin hev. Di heman demê de bi derbên xurt, pergala DAIŞ'ê ji hev hat xistin.

Ev rewş bû sedem ku DAIŞ nema karibe demeke dirêj li Şengalê bisekine. Operasyona ji bo azadkirina Holê, ku cihekî stratejîk ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye, bi rizgarkirina Holê re nîşan da ku DAIŞ nema dikare xwe li vê herêmê bigire. Di encama vê berxwedana 15 mehan a hêzên azadiyê de, bi pêşengiya HPG/YPJA Star, YBŞ/YPJ Şengal û bi beşdariya pêşmerge û hin komên din ên şoreşger re pêngava berxwedanê bi ser hat xistin."

DIVÊ SERKETINA ŞENGALÊ RAST BÊ XWENDIN

Avesta diyar kir ku eger azadkirina Şengalê hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Iraq û Sûriyeyê ji bo azadkirina cihên din ên di bin dagirkeriya DAIŞ'e de ne werin azadkirin bê xwendin, wê ji bo DAIŞ'ê bibe destpêka qedandinê. Avesta destnîşan kir, ku eger ev pêngav bi vê hêz û leza xwe bidome, wê DAIŞ bi hêsanî ji hemû qadan bên derxistin.

NABE KU LI ŞENGALÊ TI TIŞT MÎNA BERÊ WERE NIRXANDIN

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta da zanîn ku bi rizgariya Şengalê re feraseta ku gel rajêrî xwe dibîne hatiye şikandin û got, "Li cihên mîna Şengalê yên xwedî gel û baweriyên cuda, divê bi beşdariya hemû aliyan hêzên parastinê yên hevpar bên avakirin. Ev hêzên xwecihî yên werin avakirin, girîng e karibin civaka xwe li hemberî hemû êrîşan biparêzin. Ji aliyê siyasî ve pêwîste ti tişt weke berê neyê nirxandin. Şengal di vî warî de modelek e."

DIVÊ ŞENGAL NE TENÊ JI HEWLÊR AN JÎ BEXDAYÊ WERE BIRÊVEBIRIN, DIVÊ JI ŞENGALÊ JÎ BÊ BIRÊVEBIRIN

Der barê vê modelê de Avesta ev nirxandin kir: "Êdî Şengal û cihên mîna wê, divê ne ji Hewlêr, Bexda, Şam an jî Enqereyê bên birêvebirin. Herêmên xwedî gel û baweriyên cuda, girîng e bibin xwedî mafê vîna siyasî. Divê welê be, ku ev gel ji aliyê siyasî ve karibin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Dikaribin di warê siyasî, aborî û dîplomatîk de têra xwe bin.

Azadbûna Şengalê divê di navbera Kurdan de nebe sedema rageşî û şer. Berevajî divê bibe wesîleya tifaq û yekîtiya neteweyî."

YA KU HAT RIZGARKIRIN NE TENÊ ŞENGAL E, RÛMETA KURDAN E

Avesta ragihand, ku ya li Şengalê hat azadkirin ne tenê navçeya Şengalê ye û ev yek destnîşan kir: "Rûmeta hemû Kurdan hat rizgarkirin. Rûmeta hemû mirovahiyê hat rizgarkirin. Mayîna cihên weke Şengalê di destê DAIŞ'ê de, ev 15 meh bûn êşeke gelekî mezin dida me û tevahiya gelê me. Dagirkirina DAIŞ'ê ji aliyê DAIŞ'ê ve çiqasî ji bo me êşeke giran bû, rizgariya Şengalê jî ji bo me cihê kêfxweşî û şahiyê ye. Girîng e ev serketin bibe bingeha yekîtiya neteweyî. Bi nirxandina vê zemînê re pêwîste yekîtiya neteweyî, hêza parastinê ya hevpar were avakirin. Azadiya Şengalê divê ji encameke bi vî rengî re bibe wesîle. Em bi bawerin ku rewşeke bi vî rengî dikare bê afirandin. Ji ber ku ev hîm li Şengalê hatiye danîn. Bi avakirina Meclîsên Gel, saziyên sivîl û hêzên parastinê re, asteke bi vî rengî derketiye holê. Ya ku divê bê kirin, xurtkirina vê ye. Hewce ye hemû partiyên siyasî yên kurdistanî û civatên Êzidî jî vê rêxistinbûyînê xurt bikin.

Navenda navçeya Şengalê hat azadkirin. Lê belê pêngava gerîla û YBŞ'ê dewam dike. Ji ber ku hînê gelek gundên Şengalê li benda rizgarkirinê ne. Dibe ku ev gund bin, lê belê her yek ji wan bi qasî Şengalê mezin in. Mîna Koç, Til Qeseb, Siba Şêx Xidir, Til Izêr, Girzerik bi dehan gund di destê DAIŞ'ê de ne. Ji ber vê yekê divê ev operasyon neyê sekinandin û bidome. Tevahiya cîhanê şahidî kir bê çi bi serê gundê Koço hat. Eger ev gund neyên azadkirin, ti wateya Şengalê namîne."

YÊN KU DIBÊJIN LI ŞENGALE GERÎLA NÎNE, NANKORIYÊ DIKIN

Der barê hewldanên înkarê yên PDK û medya ser bi wê ve, Avesta got, "Bi taybetî operasyona li Şengalê û serketina bi dest hat xistin, di medya PDK'ê de bi nêzîkatiyeke şaş re hat berevajîkirin. Ji nedîtî ve hatin. Înkar jî kirin. Nêzîkatiyeke nankorî nîşan dan."

Avesta ev nirxandin kir: "Em di wê baweriyê de ne, ku yên naxwazin pêşengiya hêzên me di operasyona Şengalê de bibînin, yên di nava hewldana tinehesibandina serketina me de ne, yên li derdora Birêz Barzanî, ew bi şaşî agahdar kirine. Xwestin serketineke erzan bi dest bixin. Hesabên şaş kirin û ev hesab ji Şengalê vegeriya. Berê digotin hesabê şaş ji Bexdayê vedikere, lê îro hesabên şaş ji hêzên azadiyê vedigerin. Yên rast nêzî nabin, di mijara rastiyan de nikarin bibin xwediyê rastiyan. Helwestên hatin nîşandan, her wiha nêzîkatiyên tinehesibandin, ji nedîtîhatina gerîla, ku di daxuyaniyên Birê Mesût Barzanî de jî xuya kir, nêzîkatiyên ne rast in. Aşkera ye ku xwediyên van gotinan bi xwe tengav bûne. Ji ber ku heman rojê, saziyên din ên medyayê pêşengiya HPG, YJA Star û YBŞ'ê bi dîmenan nîşanî tevahiya cîhanê dan. Her hal wan jî fêm kirine, ku wan şaşîtî kirine."

BIRYARA MAYÎN Û NEMAYÎNA GERÎLA DI DESTÊ GEL DE YE

Li ser nîqaşên 'Gerîla wê derkeve yan na? Eger derkeve wê kengî derkeve?' ku li derdora PDK û medya wê tê meşandin, Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ev bersiv da:

"Ev nîqaşên tên kirin, rojeveke sûnî ye. Beriya ku DAIŞ Şengalê dagir bike, tevgera me gelek caran li ser xeteriya gengaz daxuyanî da û bang kir. Me bi rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kir û xwest pêşî li komkujî û dagirkeriyeke gengaz bigirin. Tevgera me got; 'em bi hev re bi awayekî hevpar mudaxle bikin'. Me got; 'eger hûn ê bikin, hingî bi vê rê û rêbazê dikare were kirin. Yan jî rê bidin me em ê bikin'. Bi rêya çapemeniyê jî me ev pêşniyar û nêrînên xwe ragihand. Tedbîr nehat girtin û di encamê de jî rûmet, hesiyet, hebûn û cewheriya Kurdîtiyê hat qetilkirin. Li ser vê yekê Tevgera Azadiyê bi awayekî fedaî mudaxle kir û xwe gihand hawara gelê me yê Şengalê. 15 meh in jî li wir in. Niha radibin nêzîkatiyên weke 'hûn ê kengî derkevin? Heta hûn dernekevin wê pirsgirêk dewam bikin' tên nîşandan. Tevgera me bersiva van da. Ez dubare bikim; Kengî xaka Êzîdxanê bi temamî azad bû, kengî gelê me li xaka xwe vegeriya, kengî li ser vê xakê jiyaneke nû ava bû, kengî bi vîna xwe dest bi jiyanê kir; kengî gelê me li ser vê xakê bû xwedî vîn, rêveberî û xweparastinê, hingî wê gelê Êzîdxanê biryara vê bide. PKK wê biçe yan bimîne? Biryara vê yekê wê ji aliyê gelê me ve bê dayîn."

EGER GERÎLA NEBÛYA, YÊN ŞENGAL NEBAPARASTIN WÊ LI DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ BIHATINA DARIZANDIN

Avesta da xuyakirin, ku nabe civaka Êzidî pêşkêşî berjewendiyên partiyekê bên kirin û got, "Ev êdî ne pêkan e. Me ev kêmasî carekê kir. Hînê jî em rexnedayîna vê didin. Eger Tevgera Azadiyê hesasiyetên hikûmeta Başûrê Kurdistanê ewçend li ber çavan negirta, eger berê mudaxle kiribûya, dibe ku rewşa Şengalê ne bi vî rengî bû. Lê belê digotin, 'hewldaneke bi vî rengî wê sedema şerê navxweyî be'. Eger gerîla neçûbûya Şengalê û bi sed hezaran Êzidî hatibûna qetilkirin, di serî de ev rayedarên pêwendîdar, wê piraniya wan li dadgehên navneteweyî weke sûcdar bihatina darizandin. Ev rastî çima nayê dîtin? Çima ev yek nayê nîqaşkirin? Çima nîqaş nakin ku bi çi rengî bi hezaran jinên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de çawa rizgar bikin? Çima rê û rêbazên xwerêveberiya Êzidiyan nayên nîqaşkirin? Çima rê û rêbazên azadkirina gelên li herêma Kerkûkê di bin zilma DAIŞ'ê de ne, nayên nîqaşkirin? Di rewşeke bi vî rengî de gotina 'PKK wê kengî derkeve?' tê wateya berevajîkirina rojevê."

Avesta axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ti baweriya civaka me ya Êzidî bi PDK'ê re nemaye. Ne hezaran pêşmerge, rabin bi deh hezaran pêşmergeyan, bi mîlyonan kesan bibin û li Şengalê bi cih bikin jî, baweriya bi PDK'ê re nemaye."

DIVÊ YBŞ Û MECLÎSA ŞENGALÊ WERIN NASKIRIN

Li ser rewşa Şengalê ya ji niha û pê ve Avesta got, "Nîqaşên bi şêweyê, 'Şengal wê bibe bajar, bi vê derê, bi wê derê ve bê girêdan' tê meşandin. Mîna ku 3'ê Tebaxê qet neqewimiye dinirxînin. Mîna ku fermana 73'an ranebûye. Qetilkirina bi hezaran kesan, bêcih û warbûna bi sedhezaran mirovan û dîlgirtina bi hezaran mirovan, nabe ku ji nedîtî ve were. Nêzîkatiyeke bi tenê ji aliyê siyasî ve bê nîşandan, wê birînên Êzidiyan kûrtir bike, bêhtir biêşîne. Bi taybetî divê hêzên Başûrê Kurdistanê vê bibînin. Ya rast ev e; divê hêzên xweparastinê yên Şengalê YBŞ û Meclîsa Damezrîner bên naskirin."

ÊZIDÎ ÊDÎ ZORDARÎ Û DÎKTATORIYÊ QEBÛL NAKE

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku YBŞ û YPJ Şengal ji mirovên herêmê pêk tên û axaftina wiha dewam kir: "Li ser vê xakê ji dayik bûne û li ser vê xakê bi hezaran xizmên wan, hevserên wan, dostên wan ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin. Wan jî ji bo pirsîna hesabê komkujiyê û parastina civaka xwe ji xeteriyên bi vî rengî, yekîneyên parastinê ava kirin. Li şûna zext li wan bê kirin, divê destek ji wan re were dayîn. Divê bên xurtkirin. Mirovê xwe ji hêzên YBŞ, YPJ, HPG û YJA Starê venegirin. Ya ku divê were kirin, hemû hêzên li herêmê, çi mezin çi jî biçûk, di bin fermandariyeke hevpar de werin komkirin. Girîng e her kes li xwe bifikire, ku di nava vê fermandariya hevpar de bi çi rengî dikare baştir gelê xwe biparêze. Gotina 'ez çi bêjim, divê her kes bi ya min bike' zordarî ye, dîktatorî ye. Ne êkane ku ev yek bê qebûlkirin. Ne tenê civaka Êzidî, êdî ti gel vê qebûl nake."

JI BO ŞENGALÊ DEMEKE NÛ DESTPÊ DIKE

Li ser ji nû ve avakirina Şengalê jî Avesta got, "Ji bo Şengalê em dikarin bêjin ku demeke nû destpê kiriye. Li gorî vê destpêka nû girîng e Şengal ji nû ve were avakirin. Şengal mîna Kobanê bûye xirbe. Dibe ku hin cihên xwe yên din, di rewşeek xerabtir de be. Li gorî agahiyên gihaştine me, jis edî 70 ê bajêr hilweşiya ye. Ji bo ji nû ve avakirina Şengalê pêwîste beriya her tiştî gelê me yê koçî cihên din kiriye, vegere Şengalê. Divê her kes di pêvajoya avakirinê de cih bigire. Ji bo ji nû ve avakirina bajêr, pêwîste saziyên siyasî û îdarî bên avakirin û sîstema parastinê şert e."

Avesta herî dawî bang li tevahiya ciwanên Êzîdxanê, jinan û tevahiya gelan kir ku Şengal a azad biparêzin û ji nû ve ava bikin.