Nasnameya gerîlayekî li Şengalê jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Fermandariya HPG Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Emîn Xanî (Manî Havazo) 14’ê Mijdarê li Şengalê jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya HPG Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Emîn Xanî (Manî Havazo) 14’ê Mijdarê li Şengalê jiyana xwe ji dest daye.
Nasnameya gerîlayekî di pêngava azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin.
Fermandariya HPG Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Emîn Xanî (Manî Havazo) 14’ê Mijdarê li Şengalê jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya Fermandariya HPG Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê de wiha hat gotin;
Sibeha 14’ê Mijdarê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê ya di pêşengiya hêzên me yên YBŞ’ê de li gundên derdora Geliyê Şilo operasyonekê destpê kir. 14’ê Mijdarê saet 21.00-22.00’an li gundê Meydana yê li Geliyê Şilo di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnê rû da. Di vê pevçûnê de hevalê me Manî Havazo gihişt şehadetê.
Agahiyên sicîlê yê gerîlayê me yê gihiştiye şehadetê ev in;
Nasnav: Manî Havazo
Nav-Paşnav: Emîn Xanî
Cihê Jidayikbûnê: Rojhilat
Navê Dayik- Bav: Şehla - Îbrahîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 14’ê Mijdarê 2015 / Şengal
Di berdewama daxuyaniyê de têkîldarî jiyana têkoşîna Manî de ev nirxandin hat kirin;
“Hevalê Manî ji bo azadkirina Şengalê di gava yekemîn a berxwedanê de cih girtiye. Bi sekna dilnizm, tevlîbûna fedakarî û têkoşîna bi biryar, Hevalê Manî mîlîtanekî mînak bû, bû yek jî şehîdên pêngava azadkirinê ya dîrokî. Hevalê Manî di Operasyona Azadkirina Şengalê di asta pêşengtî de cihê xwe girt, piştî Şengal hat azadkirin jî, di asta pêşeng de tevlî operasyona azadkirina gundên Şengalê jî bû, bi ruhê berxwedanê yê Apoyî tevkarî ji têkoşînê re kir.”