Ji koçertiyê ber bi gerîla ve: Newal Sîdar
Newal Sîdar di encama êrîşa li hemberî Qereqola Harûna ya Şemzînanê de, bi ruhekî fedaî jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên wê yên gerîla, aliyên Sîdar ên têkoşer vegotin.
Newal Sîdar di encama êrîşa li hemberî Qereqola Harûna ya Şemzînanê de, bi ruhekî fedaî jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên wê yên gerîla, aliyên Sîdar ên têkoşer vegotin.
Newal Sîdar di encama êrîşa li hemberî Qereqola Harûna ya Şemzînanê de, bi ruhekî fedaî jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên wê yên gerîla, aliyên Sîdar ên têkoşer vegotin.
Şîrîn Şems bi nasnav Newal Sîdar di sala 1991'ê de li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Nêzîkatiyên paşverû û zextên giran ên dewleta Îranê yên li hemberî Jinan, bandora xwe li Rojhilatê Kurdistanê jî dikir. Bêparhiştina jinan ji hemû mafên xwe, gerîla Newal xistibû nava lêgerîna azadiyê. Jiyaneke neadîl, zilm, zext qebûl nekir; ji bo jiyaneke azad di sala 2006'an de tevlî nava refên PKK'ê bû.
Gerîla Newal bi malbata xwe re debara xwe bi koçertiyê dikir. Newal a li zozanan mezin bû, bi hêsanî hînî jiyana gerîla ya li çiyê bû. Di temenekî ciwan de cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt. Kêliyeke jiyana xwe jî vala derbas nekir. Her tim digot ku divê her kêlî bi têkoşînê bê derbaskirin. Newal li hemberî yên azadiya wê ji dest girtin şer ragihand û her tim bi hêvî bû ku wê têkoşîna azadiyê bi ser bikeve. Newal digot, 'Eger şehadetek çêbibe, divê ev yek bi rûmetdarî be' û di sala 2012'an de cihê xwe di pêngava Şemzînanê de girt. Di 14'ê Îlona 2012'an de di encama çalakiya li dijî Qereqola Harûna ya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest da.
Hevalên wê yên gerîla, têkoşeriya Newal ji ANF'ê re vegotin...
'BI JIYAN Û HEVRÊTIYA GERÎLA RE DILSOZ BÛ'
Gerîla Sema Efrîn got, "Hevrê Newal hevaleke gelekî jê dihat hezkirin, bi sekin û tevlîbûna xwe re mînakdar bû. Ji me re timî qala jiyana xwe ya li malê dikir. Jiyana wê ya li malê bi koçertiyê derbas bû. Mîna li vê derê, li malê jî mirovek xebatkar bû. Ji ber vê tecrûbeya xwe ya jiyanê, zû elimî jiyana gerîla bû. Ji her alî ve hevala Newal bi pêş diket. Bi hevala Newal re li Metîna em di heman yekîneya xweser de bûn. Hevala Newal a ciwan u zindî, li ku derê dima, cihê wê diyar bû. Gelekî dixwest biçe Bakurê Kurdistanê, gelekî li ser xeta azadiya jinê û fêmkirina rastiya Rêbertî kûr dibû. Bi hezkirineke mezin bi jiyana gerîla re dilsoz bû. Ji aliyê leşkerî ve jî hevaleke gelekî serketî bû. Li gel hevala Newal ruhê hevrêtiyê gelekî li pêş bû. Hevaleke ku li hevrêyên xwe difikirî, qîmet dida hevrêyên xwe bû. Ji aliyê jiyanê ve xwe bi pêş xistibû, gelekî bi jiyana partiyê û Rêbertî re dilsoz bû.
'JI BO JINÊN LI ROJHILAT DIXWEST TÊKOŞÎNEKE XURT BIMEŞÎNE'
Hevrê Newal di her axaftina xwe de qala rastiya Rojhilat dikir û digot ku divê jin êdî ji zextê rizgar bibe. Digot, "Ez ji wê sîstemê reviyam, di nava gerîla de pêwîste ez ji bo jinên li Rojhilat têkoşîneke gelekî xurt bimeşînim. Ji ber ku jinên li Rojhilat rastî zexta sîstemê tê. Min ew sîstem qebûl nekir û divê li hemberî wê sîstemê têkoşîneke gelekî xurt bimeşînim'. Hevala Newal xwe bi pêş xistibû û gihandibû taybetmendiyên milîtaniyê. Di şexsê hevala Newal de me hêz û hêviya jinên Rojhilat didît. Dikarim bêjim ku hevala Newal xeyalên xwe bi cih anî. Her çend ji aliyê hestewariyê de şehadeta wê em gelekî êşand jî, hevala Newal bi ruhê fedaîtî bi ser dijmin de meşiya. Hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmin, nîşan da. Serketî bû."
'BÊYÎ KU KARÊ XWE BIQEDÎNE, NEDIÇÛ TI DERAN'
Cigerxwîn Gerdî jî got, "Hevala Newal di jiyan, kar, wezîfe û çalakiyên xwe de her tim bi hesas tevdigeriya, bi plan bû. Yekemcar min ew di sala 2011'an de li Xinêrê dît. Ji bo wezîfeyekê em çûbûn nava yekîneya wan. Bi qasî meh û nîvekê em li wir man. Hevala Newal ku fermandara tîmekî bû, miroveke hêja bû ku pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir. Karên xwe bi awayekî serketî dikir. Di wê meh û nîvekê de em bi çêkirina şikeftê re mijûl bûn. Bi sekin, jiyan û hevrêtiya xwe re hêz dida mirovan. Qîmeteke mezin dida hevrêtiyê. Hevrêyeke xwedî sekneke ramanî-bîrdozî bû. Bi ti awayî bi şêweyê 'nikarim bikim' nêzî ti karî nebû. Her kar dikir. Heta ku kar bi ser nexîne, jê nediqeriya. Ji bo wê ya girîng xebat bû.
'HEM HÎN DIKIR HEM JÎ CESARET DIDA'
Hevala Newal bi destpêkirina pêngava Şemzînanê re ket nava amadekariyan. Di heman demê de hewl dida hevalên xwe jî ji pêngavê re amade bike. Ji xwarinê heta, karên rojane, heta pergala manga, rê û rêbazên nava jiyanê hînî me dikir. Tecrûbeyeke me ya zêde tinebû di van mijaran. Ji wê gelek tişt hîn bûm. Hem hîn dikir, hem jî cesaert dida min. Her tim bi coş û moral bû. Min nedît ku rojekê moralê wê nebaş bû. Gelekî dixwend, parêznameyên Rêbertî dixwend. Bi taybetmendiyên xwe re milîtanek bû."