Polîsan li Nisêbînê jinek birîndar kirin
Li Nisêbînê polîsên tîmên taybet, dayika 3 zarokan Halîme Guner (35) li ber mala wê bi çekan birîndar kir.
Li Nisêbînê polîsên tîmên taybet, dayika 3 zarokan Halîme Guner (35) li ber mala wê bi çekan birîndar kir.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku ev 5 roj in qedexeya derketina derve berdewam dike, êrîşên polîsên tîmên taybet ên li ser gel jî berdewam dike.
Polîsan piştî birîndarkirina welatiyê bi navê Abdulkadîr Dogan, niha jî dayika 3 zarokan Halîme Guner (35) birîndar kir. Guner dema xwest derbikeve ber derê mala xwe ya li kûçeya Coşan a Taxa Abdulkadîrpaşa, bû hedefa polîsan û ji çîma xwe birîndar bû. Xizm û welatiyên derdor Guner birin malê û mudaxeleya ewil ji aliyê gel ve hate kirin. Ji ber ku polîsan rê asteng dikin, Guner piştî saetekî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hate dîtin ku rewşa Guner baş e.
DOGAN SEWQÎ MÊRDÎNÊ HATE KIRIN
Li aliyê din welatiyê bi navê Abulkadîr Dogan ê ku li ber derê mala xwe li kûçeya Kartopû serê sibê ji aliyê tîmên taybet ve hate birîndarkirin, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate kirin. Hate hînbûn ku Dogan girtine emeliyatê.