KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk li Elkê goristan bomberdûman kir
Leşkerên Tirk li hember Zozanên Feraşînê yên Elkê operasyon pêk anîn, li vir ‘Şehîdgeha Şehîd Mehmet Goyî’ bi bomberdûmanê xera kirin. Balafirên şer û helîkopteran jî derdora ‘Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Feraşîn’ bomberdûman kirin. -
Akilçagi: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîda li ser Ocalan e
Li Farqîna ku dewleta Tirk 12 rojan qedexeya derketina derve îlan kir û teror meşand serdan didomin. -
Civata Giştî ya KCD’ê didome
4. Kombûna Civata Giştî ya KCD’ê bi axaftinên Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen berdewam kir. -
Li Şengalê gora komî: Cenazeyê 80 jinan tê de ne
Piştî azadkirina Şengalê goreke komî ya cenazeyên bi dehan jinên hatine qetilkirin tê de hat dîtin. -
Gelê Qendîlê azadkirina Şengalê pîroz kir
Gelê binarê Qendîl azadkirina Şengal li civaka Êzidî, gelê Kurd û şervanên azadiyê pîroz kir. -
Xizmên windayan ji bo fail bên dîtin li qadan bûn
Xizmên windayan ji bo xizmên xwe yên di kuştinên kiryar nediyar de hatine windakirin û qetilkirin li Amed, Êlih, Geverê û Şirnexê çalakiyên xwe berdewam kirin. Malbatan xwestin kiryar bên dîtin û hesab bên pirsîn. -
Şengalî: Eger PKK parastina me bidomîne em ê vegerin
Êzidiyên li Êlihê di konbajaran de dimînin gotin: “Niha êdî pêwîst e em jî vegerin. Lê eger artêşa Apo (PKK) tinebe em naxwazin vegerin. Ji ber ku wan me rizgar kir.” -
Komkujiyên Farqîn û Erdîşê li Wanê hat protestokirin
Komkujiya Farqînê li Wanê bi pêşengiya DBP, HDP û KJA’yê bi daxuyaniyek çapemeniya ya girseyî û bi çalakiya rûniştinê hat protestokirin. -
Li Nisêbînê polîsan bi bombeyê bav û kurê wî birîndar kirin
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, polîsên Tirk bombe avêtin ber mala Faysal Çakal ê 50 salî û di encama teqîna bombeyê de Faysal Çakal tevî kurê xwe yê 7 salî birîndar bûn. -
Li Şengalê daxuyaniya hevpar
Saziyên sivîl û leşkerî yên li herêma Şengalê bi daxuyaniya hevpar a dan azadkirina Şengalê di serî de li gelê Êzidî li tevahî Kurdistanê pîroz kirin. -
Şengalê azadiya xwe pîroz kir
Azadkirina Şengalê ji aliyê şervanên azadiyê ve, ji aliyê civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê ve tê pîrozkirin. -
Li Liceyê çalakî: 4 çawişên pispor hatin kuştin
Êrîşên artêşa Tirk ji hewa û bejahî ve dewam dike. Gerîlayên HPG/YJA Starê jî bi çalakiyan bersivê didin. Di çalakiya sabotajê ya li Liceyê de 4 çawişên pispr hatin kuştin. -
Parêzer Ozgur Erol: Sûcê mirovatiyê dikin
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Azad (KHA) Ozgur Erol, êrîşên dewletê yên li hember bajarên Kurdan wek ‘sûcê mirovatiyê’ pênase kir. Erol diyar kir ku dewlet li Farqînê taktîka ku jiyanê veguherîne dojehê pêk tîne. -
Li Farqînê girseya gel bend derbas kir û ket nava taxan
Li Farqînê, parlamenterên HDP'ê jî di nav de bi hezaran kesan bendên polîsên Tirk derbas kirin û ketin nava taxa Tekelê. -
'Li çiyayên Kurdistanê, li Şengalê bi sedan Fatma li ber xwe didin'
Cenazeyê Fatma Yîgît (17) a li Silopiyayê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Apê Yîgît Îslam Yîgît got, "Îro li Şengalê bi sedan Fatma, li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Fatma li ber xwe didin." -
Civata Giştî ya KCD'ê kom bû
4. Kombûna Civata Giştî ya KCD'ê li Amedê bi rojeva "xwerêveberiyê" civiya. -
Gelê Farqînê derbasbûna tankan şermezar kir
Li Farqînê, di roja 12. a qedexeya derketina derve de, tankên dewleta Tirk ji navenda bajêr derbas bûn. -
Komîteya Navendî ya YNK'ê: Em nikarin keda gerîla ji nedîtî ve bên
Komîteya Navendî ya YNK'ê, der barê azadkirina Şengalê ji aliyê hêzên Kurd ve û hewldanên jinedîtî hatina gerîlayên PKK'ê yên di operasyonê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Hêzên YBŞ, YPJ Şengal du keçên Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin
Hêzên YBŞ-YPJ Şengal du keçên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Ji KCK'ê daxuyaniya li ser Şengal û Parîsê
KCK'ê hemû şervanên azadiyê yên Şengal rizgar kirin pîroz kir û got, "Gava herî girîng a piştî rizgarkirina Şengalê bê avêtin, xweseriya Êzidiyan e." KCK'ê komkujiya li Fransayê jî şermezar kir. -
Balafirên şer li ser Qendilê digerin
Balafirên şer ên Tirk ji saet 12.15'an ve li ser herêma Qendîlê digerin. -
Fermandara YJA Starê: Operasyona azadkirina Şengalê li gundan dewam dike
Li dû azadkirina navenda bajarê Şengalê, operasyona ji bo azadkirina gundên Şengalê hat destpêkirin, dewam dike. -
HSD’ê gundikek din jî rizgar kir - HAT NÛKIRIN
Şervanên HSD’ê li herêma Holê gundikek din û aşek ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk, duh bi şev bombe li Qendîl û gundên wê barandin. Hat ragihandin ku di bomberdûmanê de tiştek bi kesî nehatiye. -
Azadkirina Şengalê li Kerkukê hat pîrozkirin
Piştî salek û nîvekê ji aliyê hezên Kurd ve azadkirina Şengalê li Kerkukê bi coş hat pêşwazîkirin.