BI DÎMEN

Azadkirina Şengalê li Kerkukê hat pîrozkirin

Piştî salek û nîvekê ji aliyê hezên Kurd ve azadkirina Şengalê li Kerkukê bi coş hat pêşwazîkirin.

Piştî salek û nîvekê ji aliyê hezên Kurd ve azadkirina Şengalê li Kerkukê bi coş hat pêşwazîkirin. Paqijkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê di pêşengiya Tevgera Azadî bi aktîvîteyeke hat pîrozkirin. Saet 16.00’an li Şaxa Tevgera Azadî ya Kerkukê piştî daxuyaniya çapemeniyê bi konvoveye dirêj li navenda bajarê Kerkukê azadkirina Şengalê hat pîrozkirin.

Endamê Meclîsa Giştî ya Tevgera Azadî Nevzat Kerkukî di daxuyaniya li ber Şaxa Tevgera Azadî ya Kerkukê ku axivî diyar kir ku azadkirina Şengalê ji aliyê hêzên Kurd ve keyfxweş bûne û got: “Ji serketina HPG, YBŞ, YJA-STAR, HPC, YPJ-Şengal û pêşmerge yên tevlî azadkirina Şengalê bûne em minetdar in.”

‘JI 3’YÊ TEBAXÊ VE AMADEKARIYÊN VÊ OPERASYONÊ HATIN KIRIN’

Kerkukî diyar kir ku di hin navgînên çapemeniyê de hewl tê dayîn ku pêngavê tenê bikin malê PDK’ê, keda hêzên HPG, HPC, YJA-STAR, YBŞ û YPJ-Şengal ên di azadkirina Şengalê de berdêlên giran dane ku ji nedîtî ve tê qet nayê qebûlkirin.

Kerkukî got, “Weke tê zanîn piştî demeke dirêj Şengal bi operasyoneke hevpar ji çeteyên DAIŞ’ê hat azadkirin. Lê hin hêz îdîa dikin ku ev operasyona azadiyê di nav du rojên dawî de pêk hatiye. Lê belê hêzên HPG, YPJ-Şengal, YJA-STAR û YBŞ ji 3’ê Tebaxa 2014’an ve li hember çeteyên DAIŞ’ê operasyonên bi bandor dikin û pêş amadekariyên vê operasyona mezin kirin.

Û di vê operasyona mezin di eniya pêş de cih girin. Pêwîst e ti kes hebûn û bandora van hêzan ji nedîtî ve neyê. Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê PDK dawî li van polîtîkayan bîne, erênî nêzî pêşniyara fermandariya hevpar bibe, ji bo qadên din li herêma Kurdistanê ji DAIŞ’ê werin paqijkirin hewl bide.”

‘GERÎLA WEKE LI KERKUKÊ LI ŞENGALÊ JÎ PÊŞENGÎ KIR’

Kerkukiyên tevlî pîrozbahiyê bûn diyar kirin ku ji ber Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin pir keyfxweş in.

Yek ji kesên tevlî pîrozbahiyê bû ji ber Şengal hat azadkirin hêzên HPG, pêşmerge, YBŞ, HPC û YPJ Şengal pîroz kir û got: “Divê kesek fitneyê nexe nav hêzên Kurd.”

Kerkukiyekî din jî ji kamerayên me re axivî got: “Îro ji ber rizgariya Şengalê em pir keyfxweş in. Gerîla weke şerê li Kerkukê li Şengalê jî pêşengî ji pêşmergeyan re kir û Şengal rizgar bû. Em hêvîdar in ev havparî li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêk bê. Hêzên dagirker ji xaka me bên qewitandin.”

Pîrozbahî li Cadeya Bexda bi girtina govendê dawî bû.