BI DÎMEN

Şengalê azadiya xwe pîroz kir

Azadkirina Şengalê ji aliyê şervanên azadiyê ve, ji aliyê civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê ve tê pîrozkirin.

Azadkirina Şengalê ji aliyê şervanên azadiyê ve, ji aliyê civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê ve tê pîrozkirin.

Gelê Şengalê, azadiya warê xwe bi coş û moraleke mezin pîroz dike. Civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê ye diyar kir ku sal û nîveke ew li benda vê rojê ne û got, "Serketina hêzên YBŞ, YPJ Şengalê di nava me de rê li ber moral û coşeke mezin vekir. Demeke dirêj bû em li benda vê rojê bûn. Keç û xortên Êzidî piştî komkujiyê rahiştin çekê û xwe weke hêzên YBŞ û YPJ Şengalê bi rêxistin kirin. Îro jî zarokên me Şengaleke azad diyarî me dikin. Em pê serbilind û kêfxweş in. Em êdî bawer dikin ku zarokên me, tola şehîdên me, tola xwişk û dayikên me hiltînin."