Civata Giştî ya KCD’ê didome

4. Kombûna Civata Giştî ya KCD’ê bi axaftinên Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen berdewam kir.

4. Kombûna Civata Giştî ya KCD’ê bi axaftinên Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen berdewam kir. Bîlgen li hember axaftina, “Ocalan û PKK ji muxatabbûnê derketine” bertek nîşan da û wiha axivî: “Der heqê muxatabiyetê de lîstikên li Enqereyê wê ti encaman negire. Eger kirdarên eslî tine bên hesibandin, wê demê bila bi xwe bibêjin û bi xwe bilîzin.”

4. Kombûna Asayî ya Civata Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rojeva esasî ya “Xwerêveberiyê” kom bû, bi axaftinên Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek bi şermezarkirina komkujiya Parîsê dest bi axaftina xwe kir, destnîşan kir ku ev komkujî careke din li hember çeteyên DAIŞ’ê têkoşîna hevpar radixe ber çavan.

Yuksek diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo mirovatiyê xeteriyê ava dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê çarçoveyê de pêwîst e em li Fransayê ku nûnerên PYD-YPG’ê muxatab digire binêrin. DAIŞ welatên bi Kurdan re di nav piştevaniyê de hedef digire. Wek komkujiya Enqereyê çeteyan bi komkujiya hêzên ked û demokrasiyê peyam dan, îro jî li Fransa ev komkujî pêk anîn. Li hember DAIŞ’ê cîhan têdikoşe, divê li hember hêzên li cem vê rêxistina qirêj disekinin jî têkoşîn bidome.”

Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen piştî 3 rojan der barê komkujiya Enqereyê de daxuyaniya Erdogan ku piştî komkujiya Parîsê daxuyanî da wek nakokî nirxand û wiha axivî: “Di nav sûcdariya qatilên destpêkê xwe digihîne cenazeyan, peyama şermezarkirinê ya bi fikra nixumandina şerma xwe, bilez tevgeriya. Lê kesên giştî êvarî şopandin baş dizanin, der barê komkujiya Fransayê her kesê ku analîzên pişt perdeyê kirin bi nîqaşên têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê ku çavkaniya xwe ji erdnîgariyê tenê nastîne, têkilîyên jê zêdetir hatin rojevê. Ji ber vê jî dema li Sûriye kevir li cihê xwe rûniştin, dema pêvajoya destûra bingehîn hat plankirin, hesabê dewleta Tirk bide wê ji peyamên şermezarkirinê gelekî zêdetir be.”

Bîlgen têkildarî Erdogan got: “Bi dervehiştina KCD’ê, bi kirdarên çareseriyê ji nedîtî ve hatin, sazkirina destûrek bingehîn a nû çênabe.” Bîlgen ragihand ku kesên wek muxatabên pêvajoya çareseriyê, piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê navên wan derbas bûne û KCD’ê bi hev re qiyaskirin ne rast e. Bîlgen li hember axaftina, “Ocalan û PKK ji muxatabbûnê derketine” bertek nîşan da û wiha axivî: “Der heqê muxatabiyetê de lîstikên li Enqereyê wê ti encaman negire. Eger kirdarên eslî tine bên hesibandin wê demê bila bi xwe bibêjin û bi xwe bilîzin.”

Civata Giştî wê sibê ji çapemeniyê re girtî berdewam bike.