Li Şengalê gora komî: Cenazeyê 80 jinan tê de ne

Piştî azadkirina Şengalê goreke komî ya cenazeyên bi dehan jinên hatine qetilkirin tê de hat dîtin.

Piştî azadkirina Şengalê goreke komî ya cenazeyên bi dehan jinên hatine qetilkirin tê de hat dîtin.

Li Şengalê xebatên ewlekariya bajêr ku didomin hê gora komî nehatiye vekirin.

Li ser gotinên jinên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn cihê gorê hat tespîtkirin.

Şahidan diyar kirin ku di gorê de cenazeyê 78 jinên temenê wan di navbera 40-80’î de hene.

Endamê Meclîsa Şaredariya Şengalê Miyaser Hecî got: "Wer tê dîtin ku terorîstan tenê dixwest jinên ciwan desteser bikin.”

Yek ji rayedarê din ê Şengalê Mahma Xelîl jî gora komî piştrast kir û got ku nêzî 80 cenazeyê jinan tê de ye.

Çeteyên DAIŞ’ê dema 3’yê Tebaxa 2014’an li hembe Şengalê dest bi êrîşa dagirkirinê kir, bi sedhezaran mirov neçar mabûn warê xwe terk bikin.

Çeteyên ku li hember civaka Êzidî ya li herêmê qirkirin pêk anîn, bi hezaran jin û zarokên keç revandin, ew kirin statuya koleyan û li bazaran firotin.