Li Nisêbînê polîsan bi bombeyê bav û kurê wî birîndar kirin

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, polîsên Tirk bombe avêtin ber mala Faysal Çakal ê 50 salî û di encama teqîna bombeyê de Faysal Çakal tevî kurê xwe yê 7 salî birîndar bûn.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, polîsên Tirk bombe avêtin ber mala Faysal Çakal ê 50 salî û di encama teqîna bombeyê de Faysal Çakal tevî kurê xwe yê 7 salî birîndar bûn. Ji ber ku êrîşa polîsan hînê dewam dike, bav û kurê birîndar nikarin nexweşxaneyê.

Li Nisêbînê, bi îlankirina qedexeya derketina derve re ji duh bi şev û vir ve polîsên Tirk êrîşî gel dikin. Ji ber êrîşa bombeyî ya polîsan bavek û kurê wî yê 7 salî bi giranî birîndar bûn. Di bûyera li Taxa Tûranê de, polîsên Tirk ji wesayîta zirxî bombe avêt mala Faysal Çakar a li kolana Firatê. Ji ber teqîna vê bombeyê, Faysal Çakar ê 50 salî û kurê wî C.Ç. ên li ber malê bûn, bi giranî birîndar bûn.

Ji ber ku êrîşa polîsên Tirk dewam kir, cîranên wan demeke dirêj nikarîbûn bav û kurê li erdê dirêjbûyî rakin. Dema ku êrîşa polîsên Tirk ji bo kêliyeke kurt sekinî, cîranan û xizmên wan bav û kurê birîndar ji erdê rakirin û anîn malê.

Ji bo birîndaran bang li ambûlansê hat kirin, lê belê tevî ku ambûlans hat serê kolanê jî, ji ber gulereşandina polîsan nikarî birîndaran rake.

Hat ragihandin ku destûr ji malbatê re nayê dayîn ji bo birîndarên xwe rake nexweşxaneyê. Malbat li bendê ye ku êrîşa polîsan bisekine û birîndarên xwe rake.