Komkujiyên Farqîn û Erdîşê li Wanê hat protestokirin
Komkujiya Farqînê li Wanê bi pêşengiya DBP, HDP û KJA’yê bi daxuyaniyek çapemeniya ya girseyî û bi çalakiya rûniştinê hat protestokirin.
Komkujiya Farqînê li Wanê bi pêşengiya DBP, HDP û KJA’yê bi daxuyaniyek çapemeniya ya girseyî û bi çalakiya rûniştinê hat protestokirin.
Komkujiya Farqînê li Wanê bi pêşengiya DBP, HDP û KJA’yê bi daxuyaniyek çapemeniya ya girseyî û bi çalakiya rûniştinê hat protestokirin.
Bi armanca protestokirina êrîşên li navçeya Farqîn a Amedê didomin, girse li Parka Feqiyê Teyran kom bû, dirûşmên, “Qatil Erdogan” û “Gelê Farqînê ne bi tenê ye” got. Cîgirên Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê Fadil Bariştiran, Caziye Dûman, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Gewerî, Rêveberên Rêxistina HDP’ê yên Bajarê Wanê, Aktîvîstên KJA, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû.
Polîsan hewl da pêşiya girseyê bi TOMA û panzeran bigire. Li ser vê girseyê Cadeya Cûmhûriyetê ji trafikê re girt û polîs protesto kir.
Li vir daxuyaniya çapemiyê Cîgira Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman da û wiha axivî: “Li Farqînê ev 12 roj in êrîş hene. Duh li Erdîşê êrîşî gelê me kirin, li Zîlanê gund bomberdûman kirin û mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevanên li Erdîşê nûçe dişopandin ji ber êrîşên dewletê dinivîsandin hatin girtin, parlamenter û rêveberên partiya me dema xwestin biçin herêma pevçûnê rastî êrîşan hatin.”
Dûman destnîşankir kir ku Tirkiye bi destê Qesr û AKP’ê ber bi atmosferek şer diçe û wiha berdewam kir: “Asta şîdeta dewletê û binpêkirina mafan her roj qat bi qat zêde dibe. Di serî de mafê jiyanê tevahî mafên mirovan ên esasî binpê dikin. Farqîn di nav sînorên Tirkiyeyê de ye. Ji ber ku li îradeya xwe ya siyasî xwedî derdikeve, mafên xwe diparêze, li hember zilmê têkoşîna azadî-wekheviyê dide û li ber xwe dide, vê zilmê lê dikin. Ji ber daxwaza xwe ya xweseriya demokratîk ku mafê wê ya siyasî û herî rewa ye, tên qetilkirin. Daxwazên gel ên demokratîk bi tank, top û zilmê nayê pelçiqandin.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê bi çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan êrîşên Farqîn û Erdîşê protesto kir.