Li Liceyê çalakî: 4 çawişên pispor hatin kuştin
Êrîşên artêşa Tirk ji hewa û bejahî ve dewam dike. Gerîlayên HPG/YJA Starê jî bi çalakiyan bersivê didin. Di çalakiya sabotajê ya li Liceyê de 4 çawişên pispr hatin kuştin.
Êrîşên artêşa Tirk ji hewa û bejahî ve dewam dike. Gerîlayên HPG/YJA Starê jî bi çalakiyan bersivê didin. Di çalakiya sabotajê ya li Liceyê de 4 çawişên pispr hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê diyar kir ku gerîlayan ji bo bîranîna welatparêz û gerîlayên Pîran, Farqîn û Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan çalakiyek pêk anîne û got, "Roja 13'ê Mijdarê saet di 11:00 de li hemberî leşkerên li qada gundê Bîryas ê navçeya Amed Liceyê lêgerîn dikirin, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn û 4 çawişên pispor hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Pîranê şehîd ketin û mirovên me yên li Farqîn û Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan, hat lidarxistin."
HPG'ê ragihand ku operasyona artêşa Tirk a li qada Bînbîr a li navçeya Colemêrg Geverê dewam dike û da zanîn ku artêşa Tirk roja 14'ê Mijdarê saet di 07:00 de obus û hawan avêt qada Bînbîr.
QENDÎL HAT BOMBEKIRIN
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 14'ê Mijdarê (îro) saet di navbera 00:00-05:30 gundên Bokrîskan, Lewcê, Zergelê, Enzê, Filedê, qadên Dola Şehîdan û Dola Kokê yên li herêma Qendîlê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin bombekirin. Di encama bomberdûmanê de malên gelê herêmê xisar dîtin."
Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:
"Ji êvara 13'ê Mijdarê heta sibeha 14'ê Mijdarê balafirên şer herêma Herekolê ya Sêrtê bombe kirin. Di heman demê de bi obus û hawanan jî heman herêm hat bombekirin.
Ji saet 22:30 ê 13'ê Mijdarê heta saet 05:00 ê 14'ê Mijdarê (îro) li herêmên Zap, Metîna, Garê, Heftanîn, Avaşîn û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên şer geriyan.
13'ê Mijdarê saet di navbera 14:30-15:00 de qereqola Oremar a li ser sînorê herêma Avaşîn e, bi tankan qada Şehîd Gafûr bombe kir.
14'ê Mijdarê saet di navbera 09:00-09:30 de qereqola Tepê Maymûn a li ser sînorê Heftanînê, bi obus, hawan û tankan Girê Şehîd Rênas bombe kir.
Ji saet 22:00 ê 12'ê Mijdarê heta saet 05:30 ê 14'ê Mijdarê li herêma Zapê, ji saet 19:30 ê 13'ê Mijdarê heta saet 05:00 ê 14'ê Mijdarê li herêma Garê, roja 14'ê Mijdarê saet di navbera 00:30-03:30 de li herêma Metîna bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin."