Hêzên YBŞ, YPJ Şengal du keçên Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin
Hêzên YBŞ-YPJ Şengal du keçên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hêzên YBŞ-YPJ Şengal du keçên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hêzên YBŞ-YPJ Şengal, di Operasyona Azadkirina Şengalê de du keçên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hêzên YBŞ-YPJ Şengal duh êvarî saet 20.00’an du keçên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de li nêzî asayîşa Til Qeseb ji rizgar kirin. Her du keçên Êzidî yên ji 3’yê Tebaxa 2014’an ve di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn tiştên jiyan vegotin.
'EM HER ROJ BI TIRS ŞIYAR DIBÛN’
Jina ciwan Sahîr Sileyman (17) a ji gundê Sibe Şêx Xidir diyar kir ku dema li gel malbata xwe bû, çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin ew û malbata wê esîr girtin û wiha axivî: “3’yêTebaxa 2014’an dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin bi malbatî me xwest em bi traktorekê birevin. Çeteyên DAIŞ’ê rêya me birîn, em tehdîd kirin xwestin em ji wesayîtê dakevin. Gotin an na wê me bikujin. Piştî em ji traktorê daketin çeteyên DAIŞ’ê em esîr girtin. Ez û 6 keçên Êzidî birin Bahac. Li wir bi 7 kesan re em di odeyekê de bi tena xwe man. Piştî sê rojan em ji Bahac birin Rambosî. Paşê em birin cihekî ku em nas nakin. Ji bo em bibin Misliman zext li me dikirin. Em her roj bi tir şiyar dibûn. Bi vê tirs û tehdîdê salek û 3 mehan em li cem wan man.”
Sahîr Sileyman bi bandora tiştên jiyabû û westandina rê hêzên YBŞ û YPJ spas kir, got ku gelek malbat û keçên Êzidî li benda rizgarkirinê ne.
'JINÊN ÊZÎDÎ YÊN LI BENDA RIZARKIRINÊ NE HENE’
Sahîr Sileyman behsa keçapa xwe Sûzan Xidir (15) kir, diyar kir ku piştî komkujiya Şengalê dema hewl dida bigihêje çiyayê Şengalê dîl ketiye destê çeteyên DAIŞ’ê û wiha domand:
“3’yê Tebaxê 2014’an dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, bi malbata xwe re me berê xwe da çiyayê Şengalê. Çeteyan li ser rêya çiyayê Şengalê rêya me qut kirin û me dîl girtin. Piştre me birin Bahac. Em li wir 3-4 rojan di odeyekê de hatin girtin. Piştre me 7 kesî birin gundê Rambosî yê Şengalê. Paşê em birin gelek cihên din. Ji bo em bi zorê bibin Misliman zext û şîdet bikar anîn. Her rojên ku em li gel wan man, em dimirin û ji nû ve zindî dibûn. Her tim em bi tirsa mirinê dijiyan. Piştre me xwest em birevin û dûv re ez navê wê fêr bûm, em anîn nêzî asayîşa gundê Til Kasap. Çete pir nêzî cihê em hatibûnê bûn. Piştre hevalan, şervanên YBŞ’e û YPJ Şengalê hatin me ji wir azad kirin. Ez spasiya şervanên YBŞ’e û YPJ Şengalê dikim. Ez dixwazim keçên Êzidî yên bi me re dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê jî bên rizgarkirin.