Fermandara YJA Starê: Operasyona azadkirina Şengalê li gundan dewam dike
Li dû azadkirina navenda bajarê Şengalê, operasyona ji bo azadkirina gundên Şengalê hat destpêkirin, dewam dike.
Li dû azadkirina navenda bajarê Şengalê, operasyona ji bo azadkirina gundên Şengalê hat destpêkirin, dewam dike.
Fermandara YJA Starê ya Şengalê Berfîn Nûrhak azadkirina Şengalê pîroz kir û got, "Di 8'ê Cotmehê de me dest bi Operasyona Azadkirina Şengalê kirin. Îro jî bi gundên Şengalê re em vê operasyonê didomînin."
Operasyona Azadkirina Şengalê di roja 3. de bi operasyona azadkirina gundan bênavber dewam dike.
Operasyona ji aliyê hêzên YBŞ/YPJ Şengal ve di 8'ê Cotmehê de li Geliyê Şîlo yê li rojavayê Şengalê hat destpêkirin û hêzên HPG û YJA Starê jî destek dan, li gundên li derdora Geliyê Şîlo dewam dike.
Fermandara YJA Starê ya Şengalê Berfîn Nûrhak der barê operasyonê de agahî da û diyar kir ku piştî azadkirina gundên li derdora Geliyê Şîlo wê temamiya Şengalê azad bibe.
Nûrhak got, "Bi coşa azadkirina Şengalê re hevalên me danê vê sibehê ji bo azadkirina gundên li derdora geliyê Şîlo ketin nava tevgerê. Operasyona me dewam dike. Ev herêm ji bo Şengalê xwedî cihekî girîng e. Bi azadkirina vê herêmê re em ê karibin bêjin ku gundên Şengalê wê azad bibin."