Gelê Farqînê derbasbûna tankan şermezar kir

Li Farqînê, di roja 12. a qedexeya derketina derve de, tankên dewleta Tirk ji navenda bajêr derbas bûn.

Li Farqînê, di roja 12. a qedexeya derketina derve de, tankên dewleta Tirk ji navenda bajêr derbas bûn.

Gelê Farqînê ji bo derbasbûna tankan protesto bike, herikî ser kolana Diyarbakirê. Farqîniyan bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e" leşker û bi dehan tankên Tirk protesto kir.

Terora dewleta Tirk a li 3 taxên Farqînê, di roja 12. a qedexeya derketina derve dewam dike. Li navçeyê di nava 12 rojan de 7 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.