BI DÎMEN

Parêzer Ozgur Erol: Sûcê mirovatiyê dikin

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Azad (KHA) Ozgur Erol, êrîşên dewletê yên li hember bajarên Kurdan wek ‘sûcê mirovatiyê’ pênase kir. Erol diyar kir ku dewlet li Farqînê taktîka ku jiyanê veguherîne dojehê pêk tîne.

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Azad (KHA) Ozgur Erol, êrîşên dewletê yên li hember bajarên Kurdan wek ‘sûcê mirovatiyê’ pênase kir. Erol diyar kir ku dewlet li Farqînê taktîka jiyan li mirovan bê herimandin dimeşîne û konsepteke êrîşan a salên 90’an bi temamî dijwartir heye.

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Azad parêzer Ozgur Erol ê bi parêzerên endamên KHA re hat Farqînê têkildarî êrîşên dewletê yên li hember Farqînê û asta wan êrîşan a hiqûqî ji ANF’ê re axivî.

DIXWAZIN JIYANÊ BIHERIMÎNIN'

Parêzer Ozgur Erol der barê çavdêriyên xwe yên li Farqînê de got, "Ji destpêka ketina me ya nava navçeyê ve, bi şer û destwerdana dijwar re me dît ku hiqûqa asayî lê derbas nabe. Ji xwe mirov ji hemû azadî û mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin. Ji bilî vê, şêweyên destwerdanê yên bi qanûnan hatine diyarkirin bi cih nayên anîn. Rêbazên hişyarî û yên mîna wan bi temamî ji holê hatine rakirin, yekser destwerdan heye."

Erol destnîşan kir ku ev destwerdan yekser bi çekan tê kirin û hewl tê dayîn jiyan li mirovan bê herimandin.

'REWŞEK JI SALÊN 90'Î DIJWARTIR E'

Parêzer Erol da xuyakirin ku konsepta êrîşê ya li Tirkiyeyê bi ti awayî ji konsepta şer ê li gelemperiya Rojhilata Navîn dimeşe cuda nîne û got, "Ya herî xetere jî ev e. Di demên bihurî de li Tirkiyeyê serdemên şer ên gelekî qirêt rû dan. Di roja îro de timî gotina 'gelo em li salên 90'î vedigerin' tê bikaranîn. Weke mirovekî ku şahidî ji salên 90'î re kiriye, dikarim bêjim ku rewşa îro ji ya salên 90'î gelekî dijwartir e. Konseptek, rastiyek cuda heye. Bi taybetî bajarên Kurd lê dijîn, bi awayekî giştî hedef tên girtin."

'LI VÊ DERÊ HIQÛQEK NÎNE'

Ji bo pirsa "Li vê derê kîjan hiqûq bi cih tê anîn?" parêzer Erol ev bersiv da: "Li vê derê hiqûq nîne. Li ti rejîmeke hiqûqê yên asayî, herêm bi taybetî jî herêmên ji şêniyên sivîl ên bajaran bi temamî nayê qedexekirin. Ev herêm radestî hêzên leşkerî û polîsan hatiye kirin. Radestî destwerdanê hatiye kirin."

Erol diyar kir ku pêkanînên wiha di rejîmên rewşên awarte de derdikevin û wiha berdewam kir:

“Hûn nikarin bi dorpêça bajaran îdîa bikin ku hûn ‘bi terorê re têkoşîn’ dikin. Ji ber ku dema hûn bajaran dorpêç dikin, wek Gimgim, Farqîn, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr jî mînak in; mijar digihêje asteke ku pratîkên mirinên giran û birîndarkirinan jî derbas dike. Tevahî jiyana civakî ya bajar dibe hedef. Temamî nifûsa li vî bajarî dibe hedef. Ev rewşa niha Kurd tê de ne, em nikarin bi têgeha ‘binpêkirina mafan’ pênase bikin. Binpêkirina ‘mafê jiyanê’ yan jî ‘azadiya gerê’ yên di hevpeymanên navneteweyî de derbas dibin bi tenê serê xwe têra pênasekirinê nake. Hem zêdebûna mirinan hem jî ji derveyî mirin û birîndariyan, ji derveyî mirin û birîndariyên sivîlan, firehbûna çarçoveya maxdûriyetê bi temamî dibe sûcekî li hember mirovatiyê. Ji ber vê jî di rejimek hiqûqê ya standard de cihê vê tineye.

'SÛCÊ MIROVATIYÊ PÊK TÎNIN, PÊŞIYA DADGEHKIRINA WAN VEKIRÎ YE'

Erol wiha domand: “Rewşeke binpêkirinê dema ewqasî belav bibe, ewqasî girseyî û her tim pêk were, êdî ew derdikeve derveyî binpêkirinekê. Êdî jê û pê ve pênaseyên sûcê mirovatiyê yan jî sûcên şer dikeve meriyetê. Li vir rewşek wiha bi awayekî aşkera tê jiyîn. Bi taybet ev 4 mehên dawî, ji Gimgimê destpê kir, bi Farqînê, dibe sibê em li Nisêbînê jî pê re rû bi rû bên, di tevahî rejîman de ji van pêkanînan re dibêjin ‘ sûcê mirovatiyê’, ‘sûcê şer’.

Ji ber ku êdî ne sûcê li hember ferda tenê ne, bûye sûcekî li hember tevahî bajar û nifûsa bajar.”

'DAXWAZA KURDAN A XWERÊVEBERIYÊ REWA Û HEQ E'

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Azad (KHA) Ozgur Erol têkildarî êrîşên li hember daxwaza gelê Kurd a mafê xweseriyê got: “Mijara xweseriyê yek ji pergalên ku di siyaseta navneteweyî, siyaseta neteweyî di  asta destûra bingehîn, zagonsazî û rêveberiyê de bê nîqaşkirin e. Ev bi temamî daxwaz û îradeyeke siyasî û îdarî ye. Pergaleke wiha, di mijara pergaleke wiha de eger daxwaza beşeke civakê hebe ku ji xwe heye; li şûna nîqaşa wê krîmînalîzekirina wê tê wateya ku pergaleje rêveberiyê ya li devereke cîhanê tê pêkanîn were krîmînalîzekirin.”