Ji KCK'ê daxuyaniya li ser Şengal û Parîsê
KCK'ê hemû şervanên azadiyê yên Şengal rizgar kirin pîroz kir û got, "Gava herî girîng a piştî rizgarkirina Şengalê bê avêtin, xweseriya Êzidiyan e." KCK'ê komkujiya li Fransayê jî şermezar kir.
KCK'ê hemû şervanên azadiyê yên Şengal rizgar kirin pîroz kir û got, "Gava herî girîng a piştî rizgarkirina Şengalê bê avêtin, xweseriya Êzidiyan e." KCK'ê komkujiya li Fransayê jî şermezar kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, hemû şervanên azadiyê yên Şengal rizgar kirin, pîroz kir. KCK'ê got, "Gava herî girîng a piştî rizgarkirina Şengalê bê avêtin ew e, ku Êzidî xweser bibin û karibin xwe bi xwe biparêzin." KCK'ê komkujiya li Fransayê ya rê li ber mirina zêdeyî 150 kesî vekir şermezar kir û da zanîn ku gel û mirovahiya cîhanê wê ji sedî sed hesap ji van çeteyan û hêzên li pişt çeteyan bipirsin.
KCK'Ê KOMKUJIYA LI FRANSAYÊ ŞERMEZAR KIR
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, komkujiya li Fransayê ku bû sedema mirina zêdeyî 150 kesan bi tundî şermezar kir û ji malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane, ji gelê Fransayê û tevahiya mirovahiyê re sersaxî xwest. KCK'ê diyar kir, ku beriya her tiştî dewletên van çeteyên li dijî mirovahiyê xwedî dikin, ji vê komkujiyê berpirsyar in. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewletên ku ji her alî ve destekê didin çeteyan û çete gihandine vê asta ku karibin komkujiyan bikin, ji vê komkujiyê berpirsyar in. Dewletên ku ev çete xwedî kirin û mezin kirin, ku niha radibin di ser van çeteyan re şantajê li cîhanê dikin, pêwîste beriya her kesî bên darizandin. Heta ku hesap ji hêzên li pişt van çeteyane neyê pirsîn, wê pêşî li komkujiyên bi vî rengî neyê girtin. Tevahiya cîhan gelekî baş dizane ku kîjan hêzan ev çeteyên komkujî kirine xwedî kirine û gihandine vê radeyê. Ji ber vê yekê, ji bo şebekeyên bi vî rengî yên kuştinê careke din dernekevin holê, divê dewletên ku destekê didin van çeteyên faşîst bên cezakirin.
GELÊN ME Û MIROVAHÎ WÊ JI SEDÎ SED HESAP JI VAN ÇETEYAN Û HÊZÊN LI PIŞT WAN BIPIRSIN'
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em careke din soz didin; çawa ku beriya niha me li hemberî van çeteyên faşîst ên dijminê mirovahiyê têkoşiyan, ji niha û pê ve jî em ê têkoşîna herî aktîf bimeşînin. Eger îro hêza van çeteyên faşîst di asteke girîng de hatibe şikestin, di vir de rola hêzên fedaî yên tevgera me ya azadiyê û şoreşgerên Rojava diyarker e. Ev êrîş, hewldanên dawî yên çeteyên li ber tinebûnê ne. Eger di asta navneteweyî û herêmî de hêzên dixwazin ev çete bêbandor bibin û li hemberî van çeteyan têbikoş in ji dil tevbigerin û destekê bidin hêzên azadiyê yên li hemberî van çeteyan şer dikin, wê emrê van çeteyan kurt be. Gelên me û mirovahiya cîhanê wê ji sedî sed ji van çeteyan û hêzên li pişt wan hesap bipirsin."
EM, ŞERVANÊN AZADIYÊ YÊN KU ŞENGAL AZAD KIRIN PÎROZ DIKIN
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Rizgarkirin û azadkirina civaka me ya Êzidî û Şengal bi pêşengiya HPG/YJA Star, YBŞ û YPJ Şengal, rizgarkirin û azadkirina Hol a Rojavayê Kurdistanê wê ji bo dîroka gelê Kurdistanê û Şoreşa Rojava weke werçerxeke dîrokî ya neyê ji bîr kirin bê bîranîn" û bal hat kişandin ser van xusûsan:
"Em hemû şervanên azadiyê yên ku ev pêngava dîrokî dan meşandin û Şengal rizgar kirin, pîroz dikin, hemû gerîlayên têkoşîna azadiyê û pêşmergeyên di vê pêngavê de şehîd ketine bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Şengal namûs û rûmeta hemû Kurdan e. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de li hemberî namûs û rûmeta gelê Kurd êrîşeke gelekî giran hat kirin. Ji ber vê yekê, heta ku Şengal azad nebûya, ne tenê Kurd, tevahiya mirovahî nikarîbû bi serbilindî bigeriya. Rizgarkirina Şengalê ku ji bo gelê me û tevahiya mirovahiyê emanet û mîrateya dîrokê ye, ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê bûye rizgariya rûmetê.
Ne tenê Êzidî, tevahiya gelê me ji 3'ê Tebaxê û vir ve êş dikişand; Kurd birîndar bûbû. Bi azadkirina Şengalê re kêm be jî ev êş ji ser xwe avêt û merhem bi birînê ve da. Dema hemû gundên Şengalê hat rizgarkirin, Şengal bû xwedî xwerêveberî û xweparastinê, wê hingî hemû êşên Êzidiyan bi dawî bibin û birîn bên pêçandin.
'GAVA HERÎ GIRÎNG A WERE AVÊTIN; ÊZIDÎ XWESER BIBIN Û KARIBIN XWE BI XWE BIPARÊZIN'
Gava herî girîng a piştî rizgarkirina Şengalê bê avêtin ew e, ku Êzidî xweser bibin û karibin xwe bi xwe biparêzin. Di vê mijarê de, tevî pêşmergeyên PDK û YNK ên tevlî rizgariya Şengalê bûn, hêzên HPG/YJA Star ên pêşengî ji vê pêngavê re kirin û hemû partiyên siyasî û hêzên leşkerî yên Kurd, ji bo Êzidî bibin xwedî vê statuyê divê bi berpirsyarî tevbigerin. Di mijarên din de xwedî gelek nêrînên cuda jî bin, pêwîste di mijara Êzidiyan û Êzîdxanê de hemû hêzên siyasî yên Kurd weke berpirsyariyeke dîrokî bi hev re tevbigerin. Girîng e hêzên siyasî yên Kurd, ji bo Êzidî di nava Federasyona Başûrê Kurdistanê de bibin xwedî statuyeke bi vî rengî bikevin nava tevgerê û Iraq jî vê yekê qebûl bike. Ev yek berpirsyariyeke ku divê li pêşberî Êzidiyan, dîrok û mirovahiyê bi cih were anîn. Di serî de hêzên siyasî yên Kurd, girîng e hemû mirovahî destekê bidin avabûna hêzeke xweparastinê û statuyeke bi vî rengî ya Êzîdxanê. Ku bi vî rengî Êzidî careke din fermanek neyê serê Êzidiyan. Ev yek wezîfeya exlaqî, wijdanî û siyasî ya me û hemû mirovahiyê ya li pêşberî dîroka mirovahî û Êzidiyan e.
'JI BO AVAKIRINA ÊZÎDXANÊ DIVÊ HEWLDAN BÊN KIRIN'
Di serî de Şengal ji bo ji nû ve avabûna Êzîdxanê ji her alî ve, ji bo vegera Êzîdiyan li xaka xwe ya pîroz Êzîdxanê ku piştî 3'ê Tebaxê ji neçarî terikandin, pêwîste hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd û mirovahiya bi wijdan bikevin nava hewldanan.
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, mîna duh em ê îro jî ji bo Êzidiyan û Şengalê, bêyî bikevin nava bendewariyeke siyasî, berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bînin. Heta ku Êzidî bigihêjin wê qonaxê ku xwe bi xwe bi rê ve bibin û karibin rêveberiyên xwe biparêzin, ev helwesta me wê dewam bike. Bendewariya me ya ji hemû partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, ji Iraq û hemû hêzên navneteweyî ev e."
'RIZGARIYA HOL Û ŞENGALÊ JI HEV NE CUDA NE'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku rizgarkirina Hol û rizgarkirina Şengalê pêvajoyên ji hev ne cuda ne û got, "Pêngava Holê pêngava azadkirina Şengalê, pêngava azadkirina Şengalê pêngava Holê xurt kiriye û her du jî di heman demê de hatine rizgarkirin. Bêguman azadkirina Şengal û Holê, di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Iraq û Sûriyeyê de serdemeke nû daye destpêkirin. Di encama têkoşîna du aslan a gerîlayên azadiyê de vîn û pişta DAIŞ'ê bi giranî hatiye şikandin. Yên ku ev kirine, gerîlayên azadiyê ne. Vê berxwedana fedaî cesaret daye her kesên dixwazin li hemberî DAIŞ'ê şer bikin. Eger li hemberî çeteyên faşîst ên li dijî mirovahiyê serwerî bi dest ketibe û însiyatîf ji çeteyan derbasî hêzên li dijî çeteyan şer dike bûye, ev yek bi saya gerîlayên me yên azadiyê û Hêzên Şoreşger ên Rojava ne. Divê ti hêz vê rastiyê ji nedîtî ve neyên."
'LI BAKURÊ KURDISTANÊ DI XETA LEHENGIYÊ DE BERXWEDAN DEWAM DIKE'
KCK'ê destnîşan kir ku hêzên azadiyê yên gelê Kurd li Şengal û Holê pêngav dan destpêkirin û serketin bi dest xistin, li Bakurê Kurdistanê jî gel di xeta lehengiyê de berxwedana xwerêveberiyê dimeşîne. KCK'ê ragihand ku li hemberî bi hezaran polîs, leşker û çekên giran ên dewleta Tirk, gelên Farqîn, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Cizîr, Silopiya, Gever, Colemêrg û tevahiya Kurdistanê li ber xwe didin.
KCK'ê da xuyakirin ku Farqînê ev 12 roj in êrîşeke çavsorane tê kirin û got, "Bi van êrîşan re tê xwestin ku vîna gelê Kurd bê şikandin. Ciwanên Farqînê bi lehengî li ber xwe didin. Gelê Farqînê bi tilîliyan destûrê nade faşîzma AKP'ê. Gelê Farqînê bi ruhê Egîdan, Delîlayan, Cesûran li pêş rûyê zaliman nîşan dide ku ew di jiyana azad de bi biryar e. Gelê Farqînê bi berxwedana xwe re, mîna li Cizîrê rûyê faşîst ê AKP'ê radixe pêş çavên tevahiya cîhanê."
'DIVÊ TEVAHIYA GELÊ KURDISTANÊ LI DORA PÊNGAVA XWERÊVEBERIYÊ BI XURTÎ BICIVE'
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Hikûmeta AKP'ê bi mejiyê mêtînger û qirkirina çandî ya sed salî re, di bin navê pêkanîna asayîşê de polîtîkaya şikandina vîna azadiyê ya gelê Kurd û teslîmgirtina gelê Kurd dimeşîne. Mebesta wan a ji asayîşê, teslîmgirtina gelê Kurd û di asta mirinê de bêdengkirin e. Yê ku qala asayîşê dike hêzeke dagiker, mêtînger û qirkirina çandê dimeşîn e, lewma ev yek tê wateya 'ez ê bikim ku tu serê xwe li ber vê polîtîkaya min bitewîne'. Ev 90 sal in gelê Kurd li hemberî van polîtîkayan li ber xwe dide, îro jî vê berxwedana xwe didomîne. Di bin navê pêkanîna asayîşê de êdî bêdengiya mirinê nikare li ser gelê Kurd bê ferzkirin. Wê ev polîtîkaya dijminatiyê li Kurdan dike bi berxwedanê were şikandin û ji sedî sed hesap ji xwediyên vê polîtîkayê bê pirsîn.
Êrîşkariya faşîst a AKP'ê niha berê xwe daye Nisêbînê. Ev yek îspata dijminatiya AKP li Kurdan dike ye. Di bin navê qutkirina PKK û gel ji hev de, êrîşeke zilmê li hemberî gelê Kurd daye destpêkirin. Ev êrîş ne tenê li hemberî Farqîn, Nisêbîn an jî Geverê ye, li dijî têkoşîn û hesreta jiyaneke demokratîk û azad a 90 salan a gelê Kurd e. Ji ber vê yekê divê berxwedana demokratîk û rewa ya gelê me bi tenê li çend bajaran nemîne, li tevahiya Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê belav bibe. Divê jin û ciwanên Kurd pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin û êrîşên hêzên faşîst, mêtînger û qirkirina çandî bişikînin.
Pêngava hêzên azadiyê yên gelê Kurd li Şengal û Rojavayê Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê mizgîniya nêzbûna jiyana azad û demokratîk a gelê Kurdistanê ye.
Girîng e tevahiya gelê Kurdistanê bi xurtî li dora pêngava xwerêveberiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê bicivin û ji bo ev pêngav bi jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd re tacîdar bibe, rola xwe ya dîrokî bilîzin."