Akilçagi: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîda li ser Ocalan e

Li Farqîna ku dewleta Tirk 12 rojan qedexeya derketina derve îlan kir û teror meşand serdan didomin.

Li Farqîna ku dewleta Tirk 12 rojan qedexeya derketina derve îlan kir û teror meşand serdan didomin. Endamên Kedkarên Diyanet û Weqfê taxên Farqînê ziyaret kirin.

Li ser navê Desteya Navendî ya Sendîkaya Kedkarên Diyanet û Weqfê Şukru Akilçagi diyar kir ku yekane berpirsyarê bûyerên li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê zîhniyeta hewl dide olê bixe bin yekdeestdariya xwe ye.

Akilçagi wiha dewam kir: “AKP û Serokkomar Erdogan wer difikirin ku wê bi zext û zorê mirovên Kurd bipelçiqîne û vê pirsgirêkê çareser bike. Li hember vê jî em dibêjin ku yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e û careke din vegera ser maseya muzakereyê ye.” 

...