HSD’ê gundikek din jî rizgar kir - HAT NÛKIRIN

Şervanên HSD’ê li herêma Holê gundikek din û aşek ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şervanên HSD’ê li herêma Holê gundikek din û aşek ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şervanên HSD’ê di roja 15’an de operasyon û pêşketina xwe ya li bejahiya başûrê Hesekê didomînin. Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê şervanên HSD’ê şevê din saet derdora 23.00’yan de 700 metre li bakurê Holê gundikek bi navê Dennun û aşekî ard ê li rex gundik ji çeteyan rizgar kirin.

Der barê encaman agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gel vê çeteyên DAIŞ’ê bi armanca pêşdeçûna şervanên HSD’ê rawestînin ku hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin, ev hewldana çeteyan hat pûçkirin. Wesayît ji aliyê şervanên HSD’ê ve hat rûxandin.