Civata Giştî ya KCD'ê kom bû
4. Kombûna Civata Giştî ya KCD'ê li Amedê bi rojeva "xwerêveberiyê" civiya.
4. Kombûna Civata Giştî ya KCD'ê li Amedê bi rojeva "xwerêveberiyê" civiya.
4. Kombûna Civata Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi rojeya "xwerêveberiyê" li Salona Resepsiyonêya Sumerpark a Amedê destpê kir.
Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, nûnerên Meclîsa Aştiyê û delegeyên KCD'ê beşdarî kombûnê bûn. Li salona Civata Giştî posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin.
Civata Giştî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir û bi axaftina vekirinê dewam kir.
Li dû axaftina vekirinê ya Desteya Dîwanê, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak mafê axaftinê wergirt.
Irmak işaret bi têkoşîna gelê Kurd kir û anî ziman ku Modernîteya Kapîtalîst a ku bi parçekirina mirovan re mijûl e, tevî qirkirina gelan, her wiha komkujiyan jî dike. Irmak got, "Em nikarin li pêşberî komkujiyên diqewimin bêdeng bin. Em neçar in bipirsin bê kiryarê komkujiyan kî ye. Zîhniyeta ku di sedsala 21'an de dewam kir, weke dijminê mirovahiyê derket holê. Gola xwînê ji vê derê der dibe. Bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re em dikarin çareseriyê biafirînin. Em bang li gelên Tirkiyeyê û lîderên Rojhilata Navîn dikin. Azadiya şexs çareserî nîne. Çareserî Konfederalîzma Demokratîk e. Bi avakirina jiyana hevpar re çareserî pêkan e. Gelê Kurd hewl dide modela xwe ya çareseriyê biafirîne."
Irmak ji malbatên mirovên di komkujiya li Fransayê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest û diyar kir ku mirovên jiyana xwe ji dest dane wê weke "şehîdên mirovahiyê", kujer jî wê weke "kujerên mirovahiyê" bên bîranîn.
Irmak da zanîn ku li Kurdistanê êrîşên mezin tên kirin, fermana van hemûyan jî ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hatiye dayîn û got, "Ji bo êrîşên bi mejiyê DAIŞ'ê ferman tê dayîn. Têkoşîna Farqînê jî mîna têkoşîna Kobanê têkoşîneke bi rûmet e. Yên li cem vî şerî disekinin, hevparê êrîşên li hemberî rûmeta mirovahiyê ne. Lewma roj roja têkoşînê ye."
HATÎP DÎCLE: WEZÎFEYÊN DÎROKÎ DIKEVIN SER MILÊ ME
Li dû Irmak Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle peyivî û bi lenetkirina komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li Parîsê kir, dest bi axaftina xwe kir. Dîcle mirovên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.
Dîcle bibîr xist ku sibe (15 Mijdarê) salvegera qetilkirina lîderê Raperîna 38 Dêrsim Seyîd Riza ye û destnîşan kir ku têkoşîna Seyîd Rizayan û cangoriyên têkoşîna azadiyê wê bidome.
Dîcle di axaftina xwe de şerê topyekûn ê dewleta Qesrê ya AKP'ê û encamên vî şerî yên li Kurdistanê nirxand. Dîcle anî ziman ku gelê Kurd li hemberî êrîşên gelekî giran û dijwar li ber xwe dide û got, "Hem Rêbertî hem jî Tevgera Azadiyê dibêje ku ji sala 1990'î û vir ve 3. şerê Cîhanê li Kurdistanê didome. Di roja îro de careke din hatiye dîtin ku ev analîz çiqasî rast e. Ji ber vê yekê divê em pêvajoya tê de ne, heta hucreyên xwe hîs bikin. Di nava têkoşîna me ya 40 salan de me şahidî ji salên mîna vê zehmet re şahidî kir. Xuya ye wê ev pêvajo hinekî din jî dewam bike. Lewma wezîfeyên dîrokî dikevin ser milê me."
Dîcle bal kişand ser helwestên dema dawî yên AKP û Qesrê yên li dijî Şoreşa Rojava û destnîşan kir ku PYD ti carî li hemberî Tirkiyeyê nebûye gefek.
Civata Giştî ya KCD'ê bi axaftina nûnerên saziyên dewam dike.