BI DÎMEN

Şengalî: Eger PKK parastina me bidomîne em ê vegerin

Êzidiyên li Êlihê di konbajaran de dimînin gotin: “Niha êdî pêwîst e em jî vegerin. Lê eger artêşa Apo (PKK) tinebe em naxwazin vegerin. Ji ber ku wan me rizgar kir.”

Êzidiyên li Êlihê di konbajar de dimînin pêşketinên li Şengalê ji nêz ve dişopînin, wiha gotin: “PKK’ê Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir, em wan pîroz dikin. Niha êdî pêwîst e em jî vegerin. Lê eger artêşa Apo (PKK) tinebe em naxwazin vegerin. Ji ber ku wan me rizgar kir. Veger tenê bi wan gengaz e.”

Kurdên Êzidî der barê azadkirina Şengalê û vegera Şengalê ji ANF’ê re axivîn.

Îda Kesko: PKK’ê Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir, ez wan pîroz dikim. Niha êdî pêwîst e em jî vegerin. Lê eger artêşa Apo (PKK) tinebe em naxwazin vegerin. Ji ber ku wan me rizgar kir. Veger tenê bi wan gengaz e. Niha bapîrê min Xidir û apê min Hesen û zarokên wan di destê DAIŞ’ê dîl hatine girtin. Daxwazek me ew e ku bila HPG’e esîrên me ji destên DAIŞ’ê rizgar bike. Eger ji destê wan zaliman xizmên me jî rizgar bibin em ê ji bo azadkirina Şengalê zêdetir kêfxweş bibin. Dema dagirkirina Şengalê, yên me pişta xwe bi wan xurt dikir reviyan, şervanên çiyayan ên me nas nedikir û YPG’ê hatin em rizgar kirin, kalên me bi hêstiran veguhestin, zarokên me li pişta xwe kirin. Niha em ê li Şengalê baweriya xwe bi kê bînin? Eger hin li Şengalê li ser me tehekumê bikin, sibê di demek zor de dest ji me berdin û birevin, em venagerin Şengalê, bila Şengal ji wan re bimîne.

Brahîm Elyas: Niha bi azadkirina Şengalê em pir kêfxweş in. Em dixwazin tavilê vegerin Şengalê. Eger dema DAIŞ’ê dest bi komkujiyan kir li Çiyayê Sîncarê YPG û HPG’ê xwe negihandana hawara me, em ê li wir bimirana. Kal û nexweşên me bi hêstiran veguhestin. Em egîdên ku zarokên me bi kîlometreyan li ser pişta xwe danîn ji bîr nakin. Ji ber vê jî ger ew bi xwe ne li wir bin, vegera me ya Şengalê ne mimkun e. Ka em ê baweriya xwe bi kê bînin û vegerin? Ma ti garantiyê didin, sibê wê me dîsa li holê nehêlin?

Leyla Xwedêda: Apê min Heso li Hîba dîl ket destên DAIŞ’ê. Niha em azadkirina Şengalê bi kêfxweşiyek dilşkestî pêşwazî dikin. Ger êsîrên me ji destê DAIŞ’ê bên rizgarkirin wê demê em dikarin kêfxweş bibin. Em bawer in ku ew kesên bi lehengî şer dikin wê esîrên me rizgar bikin, berevajî eger rizgar nebin vegera me ne gengaz e. Her wiha xizmê min Sîîs û hevsera wî Leyla jî di dest DAIŞ’ê de ye.

...