'Li çiyayên Kurdistanê, li Şengalê bi sedan Fatma li ber xwe didin'

Cenazeyê Fatma Yîgît (17) a li Silopiyayê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Apê Yîgît Îslam Yîgît got, "Îro li Şengalê bi sedan Fatma, li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Fatma li ber xwe didin."

Cenazeyê Fatma Yîgît (17) a li Silopiyayê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Apê Yîgît Îslam Yîgît got, "Îro li Şengalê bi sedan Fatma li ber xwe didin. Li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Fatma li ber xwe didin."

Fatma Yîgît (17) a li taxa Şehîd Harûn a navçeya Şirnex Silopiyayê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, îro li Silopiyayê hat veşartin. Cenazeyê Yîgît li pêşiya Mizgefta Mekke ji aliyê bi hezaran kesên ku piraniya wan jin bûn, bi tilîlî û qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Jinan darbesta Yîgît hilgirt ser milan û ber bi Goristana Yenîşehîrê ve meşiyan.

Hevserê Yîgît Engîn Cîn tevî jinan darbesta hilgirt ser milê xwe û bir goristanê. Di merasîma li vê derê de dayik Hacer Yîgît û bav Kadrî Yîgît demeke dirêj cenazeyê keça xwe hembêz kirin. Dayikê li vê derê got, "Min berdin, dibe ku dengê min bibihîze û bêje 'dayê ez nemirime'. Min berdin, keça min nemiriye."

Piştî sirûda "Ey Reqîp" Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir li merasîmê peyivî û got, "Em îro hemû Fatma ne. Em ê hemû bibin bombe û di mejiyê zîhniyeta AKP'ê de xwe biteqînin. Wê hînê heta kengî dilê dayikan bişewite. Em ê êdî vê qebûl nekin."

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku exlaqekî dijminatiyê jî heye û got, "Lê belê dijminatiya van jî bêexlaqî ye. Li Kurdistanê ev yek kirine bin piyan. Li cîhanê û Rojhilata Navîn, dewleta Îsraîlê weke xedar dihat dîtin, lê di bêexlaqiyê de Îsraîl jî nikare xwe bigihîne van."

'BI SEDAN FATMA LI BER XWE DIDIN

Apê Fatma Yîgît Îslam Yîgît jî sersaxî ji gelê Kurd re xwest û bibîr xist ku Fatma Yîgît hînê nû zewicî bû. Yîgît got, "Fatma ne şervan bû. Fatma li pêş mala wê şehîd xistin. Bila vê baş zanibin, Fatmayên me gelek in. Îro li Şengalê bi sedan Fatma li ber xwe didin. Li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Fatma bi salane li ber xwe didin. Em soz didin wan, em ê her tim di rêya wan de bimeşin."

Piştî axaftinan, cenazeyê Fatma Yîgît li ber barîna rondikan, hat veşartin.