Komîteya Navendî ya YNK'ê: Em nikarin keda gerîla ji nedîtî ve bên

Komîteya Navendî ya YNK'ê, der barê azadkirina Şengalê ji aliyê hêzên Kurd ve û hewldanên jinedîtî hatina gerîlayên PKK'ê yên di operasyonê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteya Navendî ya YNK'ê, der barê azadkirina Şengalê ji aliyê hêzên Kurd ve û hewldanên jinedîtî hatina gerîlayên PKK'ê yên di operasyonê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Serokê PDK'ê Mesût Barzanî rexne kir ku di axaftina xwe ya duh a li çiyayê Şengalê de gerîla ji nedîtî ve hatibû. Di daxuyaniya YNK'ê de hat bibîrxistin ku gerîla li Şengalê, di çarçoveya wezîfeyên xwe yên neteweyî de bi lehengî têkoşiyani, berdêl dan û got, "Em ti carî nikarin welatparêzî û têkoşîna gerîla ji nedîtî ve bên."

Di dewama daxuyaniya YNK'ê de hat gotin, "Em nikarin li hemberî xebat û berdêlên gerîla û şervanan bêhurmetiyê bikin. Çawa ku Mesût Barzanî di şerê Mexmûrê de ji ber serketina wan çû hêza gerîla ya ji 70 kesan pîroz kir, diviyabû heman hurmet nîşanî serketin û destketiyên hezar 500 gerîlayên li Şengalê bida."

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola hêzên gerîla ya li Başûrê Kurdistanê û hat gotin, "Gerîla li Başûrê Kurdistanê, li dijî gefa DAIŞ'ê ji roja destpêkê ve têkoşîneke serketî dimeşînin. Ji roja destpêkê heta niha wezîfeyên xwe bi cih tînin. Ji ber vê yekê, nerast e ku hêzên gerîla tine bên dîtin."