Leşkerên Tirk li hember Zozanên Feraşînê yên Elkê operasyon pêk anîn, li vir ‘Şehîdgeha Şehîd Mehmet Goyî’ bi bomberdûmanê xera kirin. Balafirên şer û helîkopteran jî derdora ‘Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Feraşîn’ bomberdûman kirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, artêşa Tirk pêr bi hezaran leşkerî dest bi operasyonê kir, operasyon bi piştgiriya balafirên şer ên F-16 û helîkopteran didome. Leşkerên Tirk li Zozanên Feraşînê, ‘Şehîdgeha Şehîd Mehmet Goyî’ ya gorên gerîlayên HPG’ê lê ne, xera kirin. Hin cerdevan jî tevlî operasyonê bûn, bi leşkeran re di mizgeft, mêvanxane û dîwarên li goristanê bombeyan bi cih dikin û xera dikin. Hate diyarkirin ku tevî giştî tehdîdan jî gundiyên Hîndîrûsê yên li nêzî goristanê, li gundê xwe mane, lê tevahî xetên ragihandinê hatine qutkirin.
Hate ragihandin ku balafirên şer û helîkopter jî derdora ‘Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Feraşîn’ bomberdûman dikin. Rêyên ji Elkê diçe Zozanên Feraşînê ku ‘Şehîdgeha Şehîd Mehmet Goyî’ lê ye û diçe Zozanê Meydan Kolya ku ‘Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Feraşîn’ lê ye, ji aliyê leşkeran hatine qutkirin.
Hate diyarkirin ku leşker carinan li gundê Çeman jî ya ji navenda bajar 30 kîlometre dûr e, rê li çûnûhatinê digirin.