Li Şengalê daxuyaniya hevpar
Saziyên sivîl û leşkerî yên li herêma Şengalê bi daxuyaniya hevpar a dan azadkirina Şengalê di serî de li gelê Êzidî li tevahî Kurdistanê pîroz kirin.
Saziyên sivîl û leşkerî yên li herêma Şengalê bi daxuyaniya hevpar a dan azadkirina Şengalê di serî de li gelê Êzidî li tevahî Kurdistanê pîroz kirin.
Saziyên sivîl û leşkerî yên li herêma Şengalê bi daxuyaniya hevpar a dan azadkirina Şengalê di serî de li gelê Êzidî li tevahî Kurdistanê pîroz kirin.
Li ser navê Koordînasyona Êzidiyan Zekî Şengalî, li ser navê HPG’ê Egîd Civyan, li ser navê YJA Star Nûjîn Amed, li ser navê Meclîsa Êzidiya Xidir Salih, li ser navê YBŞ’ê Kûrtay Şengalî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Daxuyaniya ji aliyê Koordînasyona Êzidiyan ve hat amadekirin ji aliyê Zekî Şengalî ve hat xwendin.
AZADKIRINA ŞENGALÊ LI GELÊ ME YÊ ÊZIDÎ PÎROZ BE
Em di serî de rizgarkirina Şengalê li egîd û lehengên ku bi xwîna xwe ev xak parastin li şehîdên berxwedana Şengalê pîroz dikin û dibêjin, bila giyanê we şad be, xeyalên we pêk hatin, îro Şengal azad e.
Dîsa em rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo ku bi perspektîf û talîmatên xwe em xistin nava berxwedanê û li gelê me yê qehreman ku di bin her zor û zehmetiyê de dev ji xaka Şengalê berneda, li şervanên YPG’ên yên ku korîdora mirovî vekirin û bi sed hezaran mirov ji komkujîyê rizgar kirin, li hêzên ku aktîf di rizgarkirina Şengalê de cih girtin li HPG-YJA STAR, YBŞ, YPJ Şengal, HPŞ û pêşmergeyan pîroz dikin.
Em keyfxweş in ku îro li ser xaka Êzdîxan, mizginiya rizgarkirina Şengalê didin. Lê em xemgîn in ku hîna jî hejmareke zêde dayik û xwişkên me û mirovên me di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.
Salek û sê meh derbas bû em li Şengalê li ber xwe didin. Me di Şengalê de ti hesabên biçûk nekirin. Tenê armanca me rizgarkirina Şengalê ji destê van nemerdên DAIŞ’ê bû û ji bo gelê Êzidî karibe xwe rexistin bike, bi hêza xwe ya xwe biparêze. Di van aliyan de hinek pêngav hatin avêtin û hezeke berxwedanê hat avakirin. Dîsa ji bo gelê me yê Êzidî li çiyayê Şengalê xebatên xizmetguzarî heta niha jî berdewam dikin.
AZADIYA ŞENGALÊ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR ÇÊBÛ
Me her tim ji bo rizgarkirina Şengalê xebatek hevbeş esas girt. Ji bo fermandariyeke hevbeş me gelek hewldan kir, lê mixabin pêk nehat. Lê dîsa jî cihê spasiyê ye ku şervanên azadiyê HPG-YJA STAR YBŞ-YPJ-Şengal û pêşmerge di çeperên şer de bi hev re di nava hevsengiyekê de man û rê nedan rewşeke xerab.
Eger îro gerîla, Hêza Parastina Êzidîxan û pêşmerge bi hev re li Şengalê ne, di vir de kedeke mezin a fermandarên aliyan heye.
Têkoşîna me li Şengalê ne ji bo ti berjewendiyên xwe, ne ji bo em bikin minet, ne ji bo deshilatdariyê û ne ji bo qencîkirinê ye. Rizgarkirina Şengalê erka me ya dîrokî, însanî û şoreşgerî ye.
Salek û sê meh e, em xeyalê rizgarkirina Şengalê dijîn. Îro xeyalên rizgarkirina Şengalê pêk hatin, dubare pîroz be. Şengal ji bo Êzidiyan, ji bo Şengaliyan, ji bo gelê Kurd û ji bo gelê herêmê pîroz be.
Şengal îro di cîhanê de weke navendekê tê naskirin. Lê mixabin weke navenda êş, komkujî, esîrkirin, fermanê tê naskirin. Hêvîdar in ku ji niha pê ve bibe cihê şadiyê.
Hêza teror a DAIŞ’ê ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyeyê digire, li Parîsê komkujî pêk anîn, em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û ji gelê Fransayê re sersaxî dixwazin.