Xizmên windayan ji bo xizmên xwe yên di kuştinên kiryar nediyar de hatine windakirin û qetilkirin li Amed, Êlih, Geverê û Şirnexê çalakiyên xwe berdewam kirin. Malbatan xwestin kiryar bên dîtin û hesab bên pirsîn.
AMED
ÎHD û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 353'yemîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe pek anîn. Di çalakiyê de reveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û parazvanên mafên mirovan jî amade bûn. Di çalakiyê vê hefteyê de aqûbeta Alî Tekdag û Mehmet Tekdag ên di 1993 û 1994'an de hatin windakirin hate pirsîn. Li ser navê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku ev sûcê ku li hember mirovahîyê hatiye kirin nayê borandin û wiha got: "Heta ku ev kesên winda neyê dîtin û darizandin em ê tekoşîna xwe ya mafdar bidomînin." Bîlîcî da zanîn ku dewlet ev kesên ku qetlîamên mezin kirine ji doza JÎTEM'ê wan beraet kir û wiha got: "Berpirsiyarên qetlîaman hemû dewlet e. Dewlet berpirsiyarên qetlîaman dernexist holê. Derket holê ku dewlet wan tiştan li ser kurdan pek anîye." Bîlîcî axaftina xwe wisa bi dawî kir: "Em qetlîamên Parîsê jî şermezar û lenet dikin. Ev feraseta qirej de bi ser nekeve."
Piştî Bîlîcî xwişka herdu birayên Tekdag, Îffet Tekdag mafê axaftinê girt. Tekdag diyar kir ku birayê wê di 12'ê Sibata 1993'yan de li ber kargeha xwe hat wenda kirin. Birayê vî yê din Alî Tekdag jî di 13'ê mijdara 1994'an de li Deriyê çiyê hatiye rewandin û hatiye windakirin. Tekdag da zanîn ku ew ji bo ku kujer bên dîtin û darizandin gelek caran serî li dozgeriyê dane lê hê jî tu encamek negirtine û wiha pê de çû: "Ev kesên ku birayên min qetil kirin her tiştê zanibû. Dewlet ji me re got ku 'Birayên we me qetil kirin û li Farqînê li cîhekî me kir binê axê' Ez kengî biçim Farqînê dilê min dişewite." Tekdag got ku heta ku ew bimirê ew e birayên xwe bigere.
Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
ÊLIH
ÎHD a Êlihê û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li cadeya Gulîstanê hatin cem hev aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û Veysel Atilgan û Meryem Bulut ên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan jî hilgirtin.
Di çalakiyê de Serokê ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî û got ku niha kesên ku li Farqîn, Nisêbîn û Cizîrê hatine qetilkirin li "kuştinên kiryar nediyar" zêde bûne û dewlet bi hinceta pêkanîna nîzama cemaweriyê mirovan dîl digire.
Piştî axaftiran daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ÎHD’ê û xizmên windayan li Kolanan Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 84’an li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên ji hêla JÎTEM’ê û leşkeran ve hate qetilkirin û windakirin hilgirtin. Çalakiyê de nûnerên ÎHD'ê, rêxistinên DBP ûHDP’ê Hevşaredara Geverê Adîle Kozay û gelek welatî amade bûn. Dayikan di çalakiya hefteya 84’an de aqûbeta Îslam Bartin ê ku di Mijdara 2005'an de ji aliyê tîmên teybet ve hate qetilkirin pirsîn.
Piştî rêzgirtinê xwişka Îslam Bartin, Nezahat Bartin çîroka birayê xwe wiha vegot: "Îslam Bartin xwandekar bû di çalakiyên ku li Geverê ji bo pirtûkxaneya Umut ya ji aliyê JÎTEM’ê ve li Şemzînan hate bombebaran kirin hate şermezarkirin. Bartin di wê protesoyê de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve ew û 2 kes din Ergîn Mengeş, Abdullhaluk Geylanî hatin qetilkirin. Bartin xwandekar bû ji bo zanîngehê xwe amade dikir. Dema bavê Bartin, Abdurrahman Bartin diçe malê û kurê xwe li malê nabîne ji re telefon dike telefona wî girtiye. Bavê Bartin tê sûkê li kurê xwe digere lê kurê xwe tu deran nabîne carek din ji kurê xwe re telefon dike wê carê xebatkarên nexweşxaneyê telefona wî vedike û ji bavê Bartin re dibêje kurê te birîndar e li nexweşxaneya navçeya Elbakê ya Wanê ye. Bartin û hevsera xwe diçin Elbakê di morgê de cenazeyê kurê van li vir e dozger nahêle ku dayik û bavê Bartin cenazeyê kurê xwe bibînin. Cenzeyê Bartin ji bo otopsiyê dişîne Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Piştî ku cenazeyê Bartin dişînên Amedê malbata Bartin vegeriyan Geverê û ji bo ku malbat cenazeyê kurê xwe bigirin birayê Bartin çû Amedê û cenazeyê Bartin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê." Bartin diyar kir ku ew dê hesabên wan komkojiyan ji dewletê û Erdogan bipirsin û heta dawiyê şopdarê dozga birayê xwe be.
ŞIRNEX
Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de balê kişandin ser hewldanên komkujiyê yên li Farqînê û gotin, "Bêdengiya li ber êrîşên li ser gelê Farqînê rewşek xetere ye."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ji hêla JİTEM'ê ve hatine winda kirin bipirsin di hefteya 357'emin de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Dayikan, wêneyên kesên hatine winda kirin rakirin û "Albuma şehidan" li qadê vekirin. Ji bilî Dayikên Şemiyê, xizmên kesên di rojên qedexe kirina derketina kolanan de li Cizîrê hatine qetil kirin ji di çalakiyê de amade bûn.
'BÊ PIRS 3 GULE LI SERÊ WÎ DAN'
Li ser navê dayikan, rêvebirê MEYA-DER'ê Weysî Durgut çiroka Zahit Salgut ê di sala 1989'an de ji hêla leşkeran ve hatiye qetil kirin vegot. Durgut diyar kir ku Salgut li zozanên Şirnexê pez xwedî dikir û got dema Salgut li ber pez e, leşker tên konên wan û pirsa wî ji hevjîna wî dikin. Durgut anî ziman ku leşkerên pirsa Salgut kirine, li hevjîna wî xistine û heqaret lê kirine. Durgut bilêv kir ku piştî leşkeran zaniye Salgut li ber pez e, çûne wir û bê pirs 3 gule berdane serê wî û ew kuştine. Durgut destnîşan kir ku piştî leşkeran Salgut kuştiye cenazeyê wî heta wesayîta leşkerî kaş kirine.
'KUJER DIYAR E'
Durgut ani ziman ku hevjîna Salgut bi zorê cenazeyê hevjînê xwe ji leşkeran standiye û got dema Salgut hatiye qetil kirin leşkerên ku şahidiya bûyerê kirine hene. Durgu da zanin ku li gori agahiyên leşkeran, fermana kuştina Solgut, Fermandar Murat Candan daye.
Pişti Durgut, Nûnerê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) Abdulkerim Pusat bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrîşên li ser gelê Farqînê da û diyar kir ku divê hemû kes xwedî li Farqînê derkeve. Pusat da zanin ku li pêş çavên hemû kesan li Farqînê komkuji tê kirin lê kes deng dernaxe. Pusat bangawazî kir ku hemû kes ji bo Farqînê deng derbixe û got "Bêdengiya li dijî êrîşan rewşek xetere ye."
Piştî axaftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û her wiha ji bo kesên di komkujiya Parisê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin.