Ji ber baranê li Kerkukê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Li gundê Çîmen Hesen Xan ê girêdayî bajaroka Tekiya Cebarî ya Kerkukê xaniyekî kerpîç hilweşiya, 2 jê jin 1 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Barana duh êvarî li Kerkukê bandora xwe zêde kir, li gundê Çîmen Hesen Xan saet 02.00’ê şevê bû sedema xaniyekî kerpîç hilweşe. Li gor agahiyên hatin wergirtin, di xênî de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Navê kesên jiyana xwe ji des dan ku nehat zanîn, hat diyarkirin ku malbeteke Ereb e a ji ber şer koçî herêmê kirine.
Li gel vê ku li Kerkukê baran bi hemû dijwariya xwe didome, li navenda bajêr cih bi cih av bi ser cade û kolanan ketiye.