Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 3 gerîlayên şeva 11-12’ê Mijdarê de li mezreyeke vala ya li Taxa Tendurek (Gergîlî) a Erdîşê di encama bomberdûmana ku teknîkeke zêde jî hat bikaranîn de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê her sê gerîlayan ku şewitîne ketine rewşeke ku nayên naskirin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ev agahî parve kir: “16’ê Mijdarê saet 13.00'an gerîlayên me li hember tabûra Girê Cotyar ê li qada Gabarê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya ji du baskan pêk hat 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine; helîkopterên Kobra jî li qada çalakiyê dane. Dîsa tabûrên TRT Gabar û Girê Cotyar bi obus û hawanan bomberdûman pêk anîne. Ev çalakî ji bo bîranîna 3 gerîlayên me yên li Gabarê şehîd ketine pêk hatiye.
ARTÊŞA TIRK TI RÊZIKÊN ŞER NAS NEKIR Û ÊRÎŞ KIR
Şeva 11 – 12’ê Mijdarê tîmeke me ya gerîla ya ji bo wezîfeyekê li Taxa Tendurek (Gergîlî) a li herêma Zîlan a girêdayî navçeya Erdîş a Wanê li mezrayeke vala bi cih bûye. Artêşa TC bi operasyona ku li qadê daye destpêkirin mezreya vala dorpêç kiriye, bi dorpêçkirinê re hin leşkerên bi paye xwestine derbasî cihê yekeya me ya gerîla bibin.
Di pevçûna ku serçawîş ji mesafeyeke kurt hat kuştin, pevçûnan ku destpê kir, 6 jê giran serdarek jî di nav de 9 leşker birîndar bûne. hêza operasyonê ya derb xwar dema ti encam bi dest nexist qedemeyekê vekişiya. Helîkopterên Kobra bikaranîna teknîka zêde re ku bomberdûman pêk anî xaniyê tîma me ya gerîla tê de mal veguheriye xirbeyê. Li vir gerîlayên me yên bi navê Devrîm Tendurek, Harun Glîdax, Cemîl Rojhilat şehîd ketine. Di encama bomberdûmana ku bi awayekî zêde teknîk hat bikaranîn cenazeyê 3 gerîlayên me şewitîne û nayên naskirin. Artêşa TC a bi nasnekirina hiqûq û rêzikên şer tê naskirin, di vê mijarê de li pêkanînên xwe yên karaktera faşîst û dij mirovatî yeka din zêde kir, bi awayekî nemerd nêzî cenazeyên hevalên me bûne. Vê careke din nêzîkatiya wan a li hember nirxên gelê Kurd derxistiye holê. Dema agahiyên sicîlên hevalên me yên şehîd diyar bibin em ê parve bikin.
16’ê Mijdarê saet di navbera 10.30 - 23.00’an de qereqola Tepê Yekmal a li ser xeta herêma Heftanîn; qada Bektorya bi çekên giran rasterast gulebaran kir.
16’ê Mijdarê saet di navbera 08.00 - 08.30’î de qereqola Marûka ya li ser xeta herêma Zapê; qada Şikefta Birîndaran û Tepê Karker bi obus û hawanan bombe kir.”