Polîsan êrîşî protestoya li Qoserê kirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li hember navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li navçeyên Qoser û Midyadê hatin protestokirin. Polîsan êrîşî çalakiya protestoyî kirin, 4 zarok hatin binçavkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li hember navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li navçeyên Qoser û Midyadê hatin protestokirin. Polîsan êrîşî çalakiya protestoyî kirin, 4 zarok hatin binçavkirin.

QOSER

Li navçeya Qoserê polîsan êrîşî meşa ji bo piştevaniya berxwedana Nisêbîne bihata lidarxistin kirin. Di êrîşê de 4 zarok hatin binçavkirin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Qosera Mêrdînê ji bo piştevaniya berxwedana Nisêbînê û şermezarkirina qedexeya ku ev 5 roj in didome xwestin meşek girseyî pêk bînin. Bi sedan welatiyên li Qada Azadiyê kom bûn bi pankarta "Em li kolanan e li ber xwe didin û qedexeyan nas nakin" hilgirtin û dest bi meşê kirin. Piştî demekê polîs bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî meşê kirin. Welatiyan jî bi dar û keviran bersiv dan êrîşa polîsan.

Rêvebera DBP'ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon ji ber ava şid bi ser destê xwe de ket û tiliyên wê şikestin. Di êrîşê de polîsan 4 zarokên temenê wan di navbera 10 û 13'an de diguhere binçav kirin.

Hat ragihandin ku gengeşiya li taxên Îpek û Koçhîsarê didome.

MIDYAD

Di pêşengiya rêxistinên DBP û HDP’ê yên Midyadê de, gel piştgirî da berxwedana Nisêbînê ya li hember hewldanên dewleta Tirk ên komkujiyê.

Di pêşengiya rêxistinên DBP û HDP’ê yên Midyadê de êrîşên dewleta Tirk ên li hember Nisêbînê û “qedexeya derketina kolanan” a dikeve roja 5. hat protestokirin. Rêveberên komeleyên Suryanî, Ereb, endamên KJA, xwendekarên dibistana bilind a Artûklû ya Midyadê li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn û heta parka aştiyê meşiyan. Hevseroka DBP’a Midyadê Bîrgûl Toprak a li ser navê girseyê axivî got ku Serokkomar Erdogan û kûrmayên wî yên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de encama xwestin bi dest nexistin, ji 24’ê Tîrmehê ve ji bo desthilatdariyê polîtîkayeke êrîşê ya topyekûn kirine dewrê.

Daxuyanî bi çalakiya 5 deqeyan bi dawî bû.