KCK: Ji ber şerê li Xûrmatû em bi fikar in
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku ew ji şerê li Xûrmatû yê di navbera hêzên pêşmerge û milîsên Şîa Heşd El Şebî de bi fikar in. KCK'ê bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsyarî rabin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku ew ji şerê li Xûrmatû yê di navbera hêzên pêşmerge û milîsên Şîa Heşd El Şebî de bi fikar in. KCK'ê bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsyarî rabin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê da xuyakirin, ku di rojên dawî de li bajarokê Xûrmatû yê ser bi parêzgeha Selahadînê, di navbera hêzên pêşmerge û milîsên Şîa Heşd El Şebî de şer diqewime û ji her du aliyan mirî û birîndar hene. Komîteya Têkiliyên Derve da xuyakirin ku ev şer ji bilî zêdekirina wêranî û êşa bi salan a gel û komên baweriyan ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê ti encamê bi xwe re nîne û destnîşan kir, ku ji ber vî şerê rû dide ew bi fikar in.
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Xuya ye, di demeke ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê hînê gefa DAIŞ'ê dewam dike de, li hember hev rakirina hêzên divê bi hev re li dijî DAIŞ'ê şer bikin, provokasyonek e. Ev şer bi kêrî Iraqiyên Şîa û Sûnî, bi kêrî Kurd, Ereb, Tirkmen û Asûriyan nayê. Berevajî, di encama vî şerî de wê DAIŞ hinekî din bêhnê vede û hêzên li ser pêşeroja Iraqê xwedî hesabên tarî ne, wê hîn bêhtir bibin xwedî derfet ku pêşeroja Iraq û Başûrê Kurdistanê tarî bikin. Ji xwe, provokatoran di hin êrîşan de kincên gerîla li xwe kirin û bi vî rengî dixwazin dorhêla şer fireh bikin."
Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê de ev xusûs hat destnîşankirin:
"Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin: Gerîlayên me yên ku îdeolojiya xwe li ser jiyaneke bi hev re ya li ser bingeha hurmeta li nirxên demokratîk ên hemû gel û baweriyan ava kirine, bi vê nêrînê re bêyî cihêkariyê bixe navbera gelan û baweriyan her roj ji bo wan şehîdan didin, ti eleqeya xwe bi vî şerî re nîne. Li gorî bîr û baweriya me; Iraq û Başûrê Kurdistanê welatê hevpar ê hemû gel û baweriyên li vê derê dijîn e. Lewma avabûna jiyana hevpar ne bi şer û şîdeta ji ber mezhebî û netewperestiyê, ancax bi zîhniyet û sîstema demokratîk dikare bê avakirin. Bi vê bîr û baweriyê re em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyarî rabin, şer bisekinînin û pirsgirêkan bi rêbazê siyasî çareser bikin."