Rageşiya li Xûrmatû ji nû ve der bû: 1 mirî

Li navçeya Xûrmatû, şerê di navbera pêşmerge û Heşd El Şeebî, ku berî çend rojan qewimî û di encamê de çend kes mirin û birîndar bûn, danê vê sibehê careke din rû da. Di şerê li navçeyê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.

Li Xûrmatû, şerê di navbera pêşmerge û Heşd El Şeebî, ku berî çend rojan qewimî û di encamê de çend kes mirin û birîndar bûn, danê vê sibehê careke din rû da. Di şerê li navçeyê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.

Pêşmerge û rayedarên Heşd El Şeebî yên duh li Bexdayê li hev civiyan, di mijara çareseriya pirsgirêkê de li hev kiribûn. Lê belê danê vê sibehê, di encama gulereşandina sekvanên li banê hin malên li navçeyê hatibûn bicihkirin de, kesekî bi navê Ehmed jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku birîna kesê bi navê Mihemed Welî (17) giran e.

Bi qasî 200 kes, ji bo êrîşê şermezar bikin ber bi Qeymeqamiyê ve dest bi meşê kirin, lê belê rastî astengiya hêzên ewlekariyê hatin.

Berpirsyariya vê êrîşê her du aliyan negirtin ser xwe.