AKP û PDK wê nikaribin vîna gel bişikînin
Endamê Desteya Rêveber a YCR Erdal Şahîn got, "AKP û PDK nikare vîn û têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd bişikînin" û bang li ciwanan kir ku tevlî vê berxwedana bi rûmet bibin.
Endamê Desteya Rêveber a YCR Erdal Şahîn got, "AKP û PDK nikare vîn û têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd bişikînin" û bang li ciwanan kir ku tevlî vê berxwedana bi rûmet bibin.
Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Erdal Şahîn da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji roja destpêkê ve li dijî destketiyên li Rojava derdikeve û êrîşî wan dike. Şahîn diyar kir ku daxuyaniyên 'Ez ê êrîş bikim, ez ê bi 20 kîlometreyan ve bi wê de biçim' nîşan didin ku dewleta Tirk tengav bûye û destnîşan kir, ku ev yek tengavbûna DAIŞ'ê ye û dewleta Tirk jî ji vê rewşê aciz e.
Şahîn got, "Timî gef li Rojava xwarine" û da zanîn ku daxuyaniyên dewleta Tirk û Erdogan, gotin û gefên li dijî destketiyên Rojava ne. Şahîn anî ziman ku rayedarên dewleta Tirk der barê Sûriyeyê de daxuyaniyan didin, lê belê ev daxuyanî li dijî herêma Kurdan e.
'AKP Û DAIŞ HEVKAR IN'
Şahîn ragihand, ku di berxwedana Kobanê de dewleta Tirk bi awayekî vekirî destek daye DAIŞ'ê û ev xal destnîşan kir: "Di berxwedana Kobanê de gel li ser sînor kuşt, îşkence kir, ev jî têra wan nekir rabû êrîşî gelê Bakurê Kurdistanê yê xwedî li têkoşîna me derket, kir. Erdogan û DAIŞ timî di nava tifaqê de ne, bi hev re tevdigerin, xwediyê heman mejî ne. Erdogan ji aliyekî ve lîderê DAIŞ'ê ye."
Şahîn da zanîn ku berxwedana YPG'ê ev rastî derxist holê, li ser endamên çete yên hatin kuştin belgeyên dewleta Tirk hatin bi destxistin û got, "Bi awayekî vekirî destekê didin çeteyan, alîkariyê didin wan."
WÎ ALÎ JÎ VÎ ALIYÊ FIRATÊ JÎ AXA ME YE
Şahîn da xuyakirin ku destketiyên Kurdan Erdogan û dewleta Tirk aciz dikin û got, "Timî êrîş dike, alîkariya çekan dide DAIŞ'ê, ji he alî ve destekê dide DAIŞ'ê." Şahîn daxuyaniyên dawî yên Erdogan bibîr xist û got, "Bila ti kes gefê li me nexwe. Em xaka xwe diparêzin. Wî alî jî vî aliyê Firatê jî axa me ye. Madem di mijara xakê de ewqas hesas in, çima timî qala destwerdana Sûriyeyê dike. Armanca Erdogan dijberiya destketiyên meşrû yên gelê Kurd e.
Yekbûna kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê, Erdogan ewçend êrîşkar dike. Ji azadbûna van kantonan aciz e. Di axaftinên xwe de jî nîşan da ku ew bawer nake, matmayî maye. Ji ber ku ne li bendê bû. Destketiyên Kurdan tê wateya xerabûna lîstikên wî. Tevî ku bi xwe jî jê bawer nake îdîa dike ku tevgera Kud Ereb kuştiye, îdam kiriye. Dibêje, 'Vaye Te Ebyad girtin, Girê Spî girtin, bila Cerablûsê negirin. Tirkmen li wir e, ez li dijî DAIŞ'ê şer dikim'. Naxwaze YPG operasyonê li wir bike. Ya rast dixwaze DAIŞ bi xurtî li wê herêmê hebûna xwe biparêze."
'AZADIYA BAKURÊ KURDISTANÊ NÊZ E'
Şahîn îlana xwerêveberiyê û berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kir û got, "Erdogan û dewleta AKP'ê, niha bi hemû çekên teknolojîk êrîşî vîna gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê dike. Ti kes nikare vîna gel bişikîne. Êdî gel dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Gelê Bakurê Kurdistanê çawa ku xwedî li Kobanê derket, bi ruhê seferberiyê tevlî berxwedanê bû, em jî ji hemû ciwanan dixwazin ku ji bo Farqîn, Cizîr, Amed û Silopiyayê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Azadiya Bakurê Kurdistanê nez e. Ji vê derê dixwazim bang li hemû ciwanên Kurd bikim. Em xwedî li Bakurê Kurdistanê derkevin, tevlî berxwedanê bibin. Em refên xwe bişidînin."
Şahîn bal kişand ser azadkirina Hol û Şengalê û got, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hol azad kirin. Li hemberî DAIŞ'ê têkoşîneke aktîf meşand û DAIŞ têk bir. Di rojên pêş de wê pêngavên girîng pêk werin. Bi pêşengiya HSD'ê wê pêk were. Şengal jî bi pêşengiya HPG û YBŞ'ê hat azadkirin.
'YÊ KU ŞENGALÊ DIPARÊZE HPG Û YBŞ YE'
PDK'ê Şengal teslîmî çeteyan kir. Mîna deqek reş li dîroka PDK'ê ket. PDK'ê ti carî xwe nedaye aliyê gel, bi tenê li berjewendiyên eşîr û malbata xwe fikiriye. Dema li Şengalê şer destpê kir, ciwanên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê bi ruhê seferberiyê bi tabûran dest bi berxwedanê kirin. Şer kirin, li ber xwe dan, şehîd ketin. Yên ku Şengal parastin ciwanên ji vê kevneşopiya berxwedanê tên e. Eger îro Şengal azad be, ev bi saya vî ruhê fedaî yê Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Yên ku Şengal azad kirin HPG/YBŞ, Şengalî, dayik û ciwanên berxwedêr in."
PDK DI NAVA XEWN Û XEYALAN DE YE
Şahîn gotina PDK'ê ya 'Me şer kir, me Şengal azad kir' nirxand û got, "Ev gotin, ji bilî xewn û xeyalan nayê ti wateyê. HPG û YBŞ tevî pêşmergeyên YNK û Goran li Şengalê li dijî DAIŞ'ê şer kirin. Ti hêz nikare li pêşiya vîna gel bibe asteng. Gelê Şengalê wê biryarê bide ku li Şengalê kîjan al li ba bikeve. Wê parastina xwe bi xwe bike. HPG û YBŞ'ê bi hezaran şehîd da û ji bo rizgarkirina vê xaka pîroz. PDK êdî ne vîna gelê Şengalê ye."