Hêzên HSD'ê di operasyonên xwe yên li derdora Holê de 10 nuqteyên din ji çeteyan paqij kirin. Di encama lêgerîn û paqijkirina herêmê de 6 wesayîtên bombebarkirî, 4 pîk-ûp, qemyonek, Hammerek û panzerek ketin destê hêzên HSD'ê.
Li Holê, xebatên lêgerînê yên li bajarokê Holê ku di roja 14. a operasyonê (13'ê Mijdarê) de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat azadkirin, duh (14'ê Mijdarê) saet di 13:00 de bi dawî bû. Di encama vê xebatê de 6 wesayîtên bombebarkirî, 4 pîk-ûp, qemyonek, Hammerek û panzerek ketin destê hêzên HSD'ê. Her wiha hejmareke zêde cebilxane û mayînên ji aliyê çeteyan ve hatibûn çandin, hatin dîtin.
Li aliyê din, di çarçoveya operasyonên hêzên HSD'ê yên li dora bajarokê Holê de, 10 cihên din ji aliyê hêzên HSD'ê ve hatin azadkirin. Di van operasyonan de 7 çete hatin kuştin.