Çeteyên El Nusra û Ehrar El Şam li Efrînê bi dehan Kurd revandin

Komên çete yên El-Nusra û Ehrar El-Şam li herêma Ezazê dest bi revandina welatiyên Kurd kirin.

Îro piştî çeteyên Cephet El Nusra û Ehrar El-Şam yên El-Qaîde li herêma Ezazê hêzên xwe zêdekirin û bendên kontrolê li ser rêya Heleb û Ezazê danîn, dest bi revandina Kurdan kirin. Li gor çavkaniyan heta niha bi dehan kes hatine revandin. 

Çeteyên Cephet El Nusra û Ehrar El-Şam kiryarên xwe yên li ser kesên sivîl zêde kirine. Li gor çavkaniyên herêmî li gundê Dêr Cimêl ê Êzaz komên Nusra û Ehrar Şam dest bi revandina sivîlan kirine û ji sibê ve heta niha 7 otobusên rêwiyan yên ji Heleb dihatin Efrînê rawestandine û bi dehan Kurd revandine. Berî niha jî çeteyên Nusra û Ehrar El-Şam li herêma Îdlibê gelek kes ji ber Kurd in revandibûn û heta niha jî çarenûsa wan nediyar e.

Îro  komên çete yên Cebhet El-Nusra hêzeke leşkerî ya mezin bi  çekên giran li herêma Ezazê bi cih kirin. Çeteyên El-Nusra beşeke mezin ji hêzên xwe li bajaroka Ezazê bi cih kirin.