"Di sala 78. de em Qirkirina Dêrsimê û qetilkirina Seyîd Riza şermezar dikin'
Civata Ji nû ve avakirina Dêrsimê û Komeleya Dijberiya Qirkirina Dêrsimê, di salvegera 78. a Qirkirina Dêrsimê û qetilkirina Seyîd Riza şermezar kir.
Civata Ji nû ve avakirina Dêrsimê û Komeleya Dijberiya Qirkirina Dêrsimê, di salvegera 78. a Qirkirina Dêrsimê û qetilkirina Seyîd Riza şermezar kir.
Civata Ji nû ve avakirina Dêrsimê û Komeleya Dijberiya Qirkirina Dêrsimê, di salvegera 78. a Qirkirina Dêrsimê û qetilkirina Seyîd Riza şermezar kir. Di daxuyaniyê de pirsa, "Cenazeyê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li ku ye?" hat pirsîn.
Di daxuyaniyên Civat û Komeleyê de hat gotin, "Ji bo careke din li Tirkiyeyê qirkirin rû nede, ji bo komkujiyên Dêrsim, Sêwas, Mereş, Roboskî, Gazî û Girtîgehan careke din rû nedin, rê û rêbazên xwe çi dibe bila bibe divê dewleta Tirk ji gelê Dêrsimê, ji gelê Kurd û Elewî lêborînê bixwaze. Û divê Serokkomar Erdogan bi berpirsiyara vê lêborînê rabe. Pêwîste hesabê ciwanên li Roboskî û Gezî qetil kir, bide."
Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku li rû hev hatina bi dema bihurî re, destnîşankirina pêşerojê ye û hat gotin, "Azadiya amfên mirovan bi afirandina civakeke paqij û azad dibe. Ji bo careke din Dêrsim, Şengal, Helepçe, Enfal pêk neyên, em di vê 15'ê Mijdarê de bi dengekî bilind diqîrin: cenazeyê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li ku ne."
Di daxuyaniyên her du saziyan de hat ragihandin ku neviyên Seyîd Rizayan beriya 30 slan dest bi meşa azadiyê kirin û ev têkoşîn di roja îro de li hemberî parçeyên Kurdistanê veguheriye pêvajoya avakirina pêşeroja demokratîk azad û bi destxistina statuya gelê Kurd.
Saziyên Dêrsimî bibîr xistin ku cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî hînê nediyar in û got, "Kurdên Elewî yên Sersor dixwazin ev gor tavilê bên dîtin û radestî gel bên kirin. Bi gotina 'me rastiya Dêrsimê qebûl kir' re pirsgirêk çareser nabe. Xwestina lêborînê ji ber Qirkirina Dêrsimê, ancax bi qebûlkirina neheqiya li mexdûrên wê komkujiyê û bicihanîna berpirsyariya vê yekê re dikare watedar be."
Di daxuyaniyan de hat gotin, "Weke Civata Ji nû ve avakirina Dêrsimê, Komeleya Dijberê Qirkirina Dêrsimê, em careke din li ber bîranîna Pîr Seyîd Riza, hevrêyên wî kurê Resîk Huseyîn, reîsê eşîra Şexan Seyd Husên, Findik kurê reîsê eşîra Yûsûfan Kamer, Hasan kurê reîsê eşîra Demanan Cebraîl, Hasan kurê Ulkiye yê ji eşîra Kûreyşan, Elî kurê Mîrza Elî bi rêzdarî bibîr tînin."