ÎHD’ê têkildarî girtîgehan rapor aşkera kir

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê têkildarî girtîgehan raporek aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ku 298 jê giran 740 girtiyên nexweş hene.

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê têkildarî girtîgehan raporek aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ku 298 jê giran 740 girtiyên nexweş hene.

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi armanca rewşa dawî ya li girtîgehan bigirin dest bi endamên xwe yên li Bakurê Kurdistanê re li Mêrdînê hatin cem hev û piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê li Otela Mardîn a li navçeya Artûklû bi armanca rewşa dawî ya li girtîgehan bigirin dest bi endamên xwe yên li Bakurê Kurdistanê re li Mêrdînê hatin cem hev. Di civîna ku bi tevlîbûna ji Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul pêk hat, gelek parêzer û endamên komeleyê beşdar bûn. Piştî civîna du saetan bi armanca agahiyên di civînê de ji çapemeniyê re bên ragihandin civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Rapor ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul ve hat aşkerakirin. Şengul diyar kir ku piştî 1’ê Mijdarê li herêmê pevçûn zêde bûn û Tirkiye bi atmosfereke ku hema her roj mirov jiyana xwe ji dest didin re hatiye hiştin. Şengul anî ziman ku pirsgirêkên esasî yên Tirkiyeyê hene û got: “Pişt çar dîwaran yanî girtîgeh hene. Di van rojên ku em mehên dawî yên sala 2015’an dijîn li girtîgehan em bi binpêkirinên cidî yên mafan re rû bi rû ne.

LI GIRTÎGEHAN HIN PÊKANÎNÊN DERVEYÎ MIROVAHIYÊ…

Şengul diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalya bi hinceta ku di dema jimartinê de girtî neketine sekna leşkerî, ji aliyê gardiyana hatine derbkirin û wiha axivî: “Li Gîrtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dest û lingên girtiyan hatine girêdan, heta ser hişê xwe çûne lêdan xwarine, li Girtîgeha Tîpa F a 9. a Sîlîvrî (Stenbol) gîrtî bi hinceta wê ‘lêgerîn pêk bê’ hatin derbkirin û li odeya bi navê ‘odeya bi singer’ îşkence hat kirin, li Girtîgeha Tîpa E ya Girtî ya Ordû destê girtî lê hatiye zivirandin û li pêşberî bi dehan personel û girtiyan sîle lê dane, 7 girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa T ya 2. ya Osmaniye kirine, di ketina girtîgehê de ji ber li hember pêkanîna legerîna tazî derketine, hatine derbkirin, li hember hevşaredarên sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê (Enqere) hatin kirin pêkanînên lêgerînên tazî xistin meriyetê, li Girtîgeha Tîpa E ya Girtî ya Amedê girtiyên jin ji qata sêyemîn heta wesayîta rîngê li erdê hatine kaşkirin, bi kurtahî ev tenê çend pêkanînên derveyî mirovahiyê yên girtîgehên Tirkiyeyê ne.”

‘LI GIRTÎGEHAN 298 JÊ GIRAN 740 GIRTIYÊN NEXWEŞ’

Şengul piştî serlêdanan li gor lîsteya nû derxistiye ragihand ku 298 jê giran bi giştî 740 girtiyên nexweş hene, bang li doktorên nexweşan bi kelepçeyan tedawî dikin kir: “Eger doktorekî xwest nexweş tevî kelepçe tedawî bike an jî kiribe; ji derveyî mafên nexweşan, pîvanên etîka pîşeya doktortiyê, prensîbên Protokola Stenbolê, Hevpeymana Biyotip û 90. Xala Destûra Bingehîn tevgeriyaye, tê wê wateyê ku nehiştiye girtî wek girtiyên din ji xizmeta wekhev a tenduristiyê sûdê wergire. Yekemîn wezîfeya doktor ev e ku xizmetek tenduristiyê ya wekhev bide her kesî, ti kes bi kelepçeyan nayê dermankirin.”

‘ATK NE SER BI XWE NE’

Şengul anî ziman ku Saziya Tipa Edlî (ATK) serbixwe tevnagerin, destnîşan kir ku cihekî di cezakirina girtiyan de alîgir çawa tînin asta biryardayînê. Şengul bal kişand ser mirinên li girtîgehan jî, bi bîr xist ku di 61 girtîgehan de 221 kesî bi sedemên tenduristî, întîxar û hwd. jiyana xwe ji dest daye.

‘TECRÎDA LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Şengul diyar kir ku li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hin girtiyên li girtîgehan her roj çavên xwe li girtîgehên cuda vedikin, di mehên dawî de 597 girtiyên girtîgehên Kurdistanê sirgûnî girtîgehên Derya Reş, Ege, Marmara û Anatolyaya Navîn kirine. Şengul bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û wiha destnîşan kir: “Li Girtîgeha Îmraliyê li hember Abdullah Ocalan hiqûqa taybet û tecrîda girankirî bikar tînin. Ji 27’ê Tirmehê 2011’an ve bi parêzeran, ji 5’ê Cotmeha 2014’an ve bi malbatê re nahêlin hevdîtinan bike. Ji roja hatiye girtin heta niha, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin şertên tecrîdê yê giran de tê girtin. Ji ber vê jî divê Girtîgeha Îmralî tavilê bê girtin, Abdullah Ocalan û hevalên xwe ji mafên xwe yên zagonî sûdê wergirin. Şertên tecrîdê her roj bi kêfiyetê û bê cidîyetê her diçe kûrtir dibe. Statuya Îmraliyê, rejîma înfazê û tecrîda bi kûranî pêk tê derveyî hiqûqê ye û derveyî mirovatiyê ye. Daxwazên me heta ev pêvajo bidome wê berdewam bike û em ê ti carî dest jê bernedin. Em vê plana tinekirinê red dikin û em careke din dixwazin ku dest ji van pêkanînan bên berdan.”

...