Hêzên HSD'ê gundê Şelala yê stratejîk rizgar kirin

Operasyona şêrvanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê dewam dike.

Operasyona şêrvanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li başûrê Hesekê dewam dike.

Gundê Şelala yê 35 kîlometre li başûrrojhilatê Hesekê de, duh ji aliyê hêzên HSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Gundê Şelala bi qasî 6 kîlometreyan nêzî bajarokê Hol e.

Navê girê Şelala li vî gundî hatiye kirin û li herêmê gelek bîrên petrolê hene. Ji ber vê yekê, yek ji gundên stratejîk ên herêmê ye.

Bi rizgarkirina gundê Şelala re, rêya navbera Hol û Îraşa b giranî hat kontrolkirin.

Çend wêneyên gundê Şelala yên ji aliyê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê Reşît Serdar ve hatiye kişandin...

...