Ji bo penaberan li Hambûrgê meşa piştgiriyê

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi qasî deh hezarn kes bi dirûşmeya 'Ji her kesî re wekheviya maf' meşiyan.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi qasî deh hezarn kes bi dirûşmeya 'Ji her kesî re wekheviya maf' meşiyan. Meclîsa Jinê ya Rojbîn, PYD Hambûrg, Tatort Kurdistan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî di nav de meş bi banga 70 saziyan pêk hat.

Meşê saet di 14:00 de li Haûptbahnhofê destpê kir û tevî penaberên di nava mercên zehmet de li kampên li Hambûrgê dimînin, Kurdistanî bi girseyî beşdar bûn. Di axaftinên li meşê de hat ragihandin ku çavkaniya krîza penaberiyê ya li Ewropayê, polîtîkayên berjewendîparêz e û ji tevahia mirovahiyê re mafê wekhev hat xwestin.

Li ser navê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû jî da xuyakirin ku zîhniyeta mirovên êrîşî Şengal, Kobanê, Farqîn û Parîsê kirin yek e û diyar kir ku divê hêzên mirovan ji cih û warên xwe dikin, baş werin naskirin. Fersoglû bang li terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Farqînê kir û destnîşan kir, ku ji krîza heyî koçberiyê ya li Ewropayê, rejîma AKP'ê berpirsyar e. Feroglû da xuyakirin, ku yên wekheviya maf ji bo penaberan dixwazin, pêwîste bikin ku desteka ji bo AKP û DAIŞ'ê tê dayîn were qutkirin û diyar kir ku bi azadkirina Şengalê re pêşî li koçberiyên nû hatiye girtin.

...