Gelê Farqînê: Me li ber xwe da, em bi ser ketin
Gelê Farqînê piştî berxwedana 12 rojan a bêhempa, berê xwe da taxên Tekel, Konak û Mescît ên bi rojan di bin êrîşên giran de bûn.
Gelê Farqînê piştî berxwedana 12 rojan a bêhempa, berê xwe da taxên Tekel, Konak û Mescît ên bi rojan di bin êrîşên giran de bûn.
Gelê Farqînê piştî berxwedana 12 rojan a bêhempa, berê xwe da taxên Tekel, Konak û Mescît ên bi rojan di bin êrîşên giran de bûn. Tevî ku hemû tax ji aliyê polîsên tîmên taybet û leşkeran ve hatiye talankirin jî gel bi coşeke mezin peyama "Me çok neşikand, em bi ser ketin" dide her kesî.
Li Farqînê dewlet 12 rojan bi tang, top û çekên giran li ser gel teror meşand, lê gelê Farqînê li hemberî êrîşan bi ruhekî xurt a berxwedanê bersiv da. Piştî berxwedana gel li Farqînê qedexeya derketina derve hate rakirin. Bi hezaran kes, bi dirûşmên, "Me li ber xwe da, em bi ser ketin" û "Bijî berxwedana Farqînê" bi coşeke mezin û tilîliyan ketin taxên ku bi rojan e hatibû qedexekirin.
'ME LI BER XWE DA, EM BI SER KETIN'
Welatiyên ku di bin êrîşên giran de taxên xwe terk nekirin û 12 rojan li ber xwe dan jî bi dirûşmên "Em bi ser ketin" û "Me serî netewand", gelê ku hat taxê pêşwazî kir.
TAX HATINE TALANKIRIN
Li her sê taxên ku bi rojan ketina wan hatibû qedexekirin, ji ber êrîşa giran a hêzên dewletê dîmenên weke Kobanê xuya dike. Xuya ye ku bi feraseta çeteyên DAIŞ'ê, êrîş li mal û dikanan hatiye kirin û gelek cih hatine talankirin. Li taxan, gelek mal hatine hilweşandin û tê dîtin ku deriyê gelek malan ji aliyê polîsên tîmên taybet û leşkeran ve hatine şikandin.
'HÛN Ê LI SER VÊ AXÊ TÊK BIÇIN'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ku ev 5 roj in şahidiya berxwedana gel dikir, diyar kir ku yên bi çekên giran êrîşî gel kirin na, berxwedana gel bi ser ketiye. Aydogan bi van gotinan ruhê berxwedanê derbirî: "Me çok neşikand. Kurd 30 sal in li ber xwe didin. Ez ji vê axê deng didim, hûn ê li ser vê axê têk biçin."