Li du taxên Cizîrê qedexeya derketina kolanan
Li du taxên navçeya Cizîrê ya Şirnexê careke din qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.
Li du taxên navçeya Cizîrê ya Şirnexê careke din qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.
Li du taxên navçeya Cizîrê ya Şirnexê careke din qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hat weşandin de hat diyarkirin ji saet 21.00’ê û şûn ve li taxên Sûr û Yafes ên Cizîrê derketina kolanan hatiye qedexekirin.
Bi armanca pîrozkirina azadkirina Şengalê ji saetên êvarî ve ku welatî li kolanan e, li hember anonsên ji wesayîtên zirxî nerazîbûn nîşan dan.
Gel ku guh nade anonsan bi govend, tilîlî, dirûşm û fîşekên hewayî azadiya Şengalê pîroz dike.
Meha Îlonê di dorpêça navçeyê ya 9 rojan dewam kiribû pitika 35 rojî, dapîrekî 75 salî jî di nav de 21 kes hatibûn qetilkirin.