Tevgera Azadî li ser bûyerên li Xûrmatû di navbera Pêşmerge û Heşd El Şebî de diqewimin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku gelê Xûrmatû dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Tevgera Azadî got, "Bi pejirandina daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Xûrmatû re pirsgirêk dikarin bên çareserkirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji ber ku ev 24 sal in li pêşberî van pirsgirêkan bêdeng e, nikare ji pirsgirêkên li Xûrmatû re çareseriyekê peyda bike" û ev xal hat destnîşankirin: "Ji ber ku pirsgirêk di dema xwe de li gorî pîvanên demokrasiyê nehatin çareserkirin, çareserî ji pirsgirêkên îro re jî nayê dîtin. Her wiha ji ber ku nikarin çareseriyê peyda bikin êrîşî gel dikin yan jî ji dewletên mêtînger alîkariyê dixwazin.
Di rageşî û aloziya li Xûrmatû de destên hin hêzan hene. Roj bi roj li vê navçeyê, nakokiyên di navbera nasnameyên cuda yên bi salan bi hev re dijîn, kûrtir dibin. Pêkanîna herî xetere ya li navçeyê ew e ku navçe niha bi du parçeyan ji hev cuda bûye. Sekvanên li cihên bilind hatine bicihkirin, nahêlin gel derkevin derve."
'ÇAVKANIYA TEVLÎHEVIYÊ POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ E'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Weke Tevgera Azadî em ji rageşiya li Xûrmatûyê, rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hêzên ku xaka Kurdistanê dagir kirine, berpirsyar dibînin. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî xaka Kurdistanê kirin, milîsên Heşd El Şebî jî li Xûrmatû dest bi êrîşê kirin. Çavkaniya vê yekê, polîtîkayên şaş ên rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hêzên mêtînger e.
Weke Tevgera Azadî em bang li hemû aliyên siaysî dikin, ku ji bo bidawîkirina vê rewşê bi berpirsyarî rabin û vî şerî biqedînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî, girîng e daxwazên nasnameyên cuda li ber çavan bên girtin û rêyeke hevpar a çareseriyê were dîtin.
'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN XWERÊVEBERÎ YE'
Beriya niha weke Tevgera Azadî em çûn navçeyê û me li daxwazên gel guhdarî kiribûn. Gel dixwaze daxwazên wan ên xwerêveberiyê bicih bê anîn. Xûrmatû herêmeke ji gelek nasnameyan pêk tê. Lewma birêvebirina herêmeke bi vî rengî ji aliyê hêzekê yan du hêzan, rê li ber pirsgirêkan vedike. Lewma xwerêveberî ji bo vê herêmê projeyeke çareseriyê ya maqûl e."